Mûsê: Nîjadperestiya Ereb û hin partiyên Kurd li dij Rêveberiya Demî ne
Mûsê: Nîjadperestiya Ereb û hin partiyên Kurd li dij Rêveberiya Demî ne
Mûsê: Nîjadperestiya Ereb û hin partiyên Kurd li dij Rêveberiya Demî ne
Sekreterê giştî yê Partiya Çep ya Kurd li Sûriye Mihemedê Mûsê got du astengî li pêşiya Rêveberiya Demî hene û got, “Li pêşiya Rêveberiya Demî şovenîzma Ereb ku Kurdan hêj wek şirîkê vî welatî napejirîne û hin partiyên di nava ENKS’ê de asteng in.”
Xebatên ji bo avakirina Rêveberiya Demî ya Rojavayê Kurdistanê bi lez dewam dikin û gihaştine asta dawî. Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriye Mihemedê Mûsê bal kişand ser astengiyên li pêşiya rêveberiya demî û got: “ Li pêşiya Rêveberiya Demî şovenîzma Ereb ku Kurdan hêj wek şirîkê vî welatî napejirîne û hin partiyên di nava ENKS’ê de asteng in. Ez dikarin aşkera bêjim hêj di nava Kurdan de jî, li ser Rêveberiya Demî yek dengî tineye. 14 partî di nava ENKS’ê hene, ji wan 4 partî cihê xwe di nava xebatên Rêveberiya Demî digrin. Ev jî dide diyar kirin ku ev partiyên din ên nava ENKS’ê naxwazin Rêveberiyekî Demî çê bibe.”
Li ser pirsa ev hêz çima naxwazin Rêveberiya Demî bê avakirin Mûsê got, “Gelek hêz hene naxwazin Rêveberiya Demî pêk bê. Ya sereke jî hin hêzên Kurdan, rejîma Baas, hinek dewletên herêmê jixwe wê aşkera dibêjin ku ew rewşek wiha napejirînin. Ji aliyekî din ve hin partiyên Rojavaya Kurdistan naxwazin rêveberiyek wiha çê bibe û ev valatiya heye têjî bike. Niha hinek pêkhate naxwazin herêma Efrîn û Kobanê cihê di nava Rêveberiya Demî bigrin. Li gora wan ger Efrîn û Kobanê dinava Rêveberiya Demî cihê bigrin, wê demê tirs heye ku herêmek Kurdî çêbibe û bi demê re ji Sûriyê cuda bibe.”
'BI METIRSIYA 50 SALAN A REJÎMÊ RE, KURD WEKE TEHDÎT TÊ DÎTIN'
Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriye Mihemedê Mûsê diyar kir ku zihniyeta rejîma Baas li hizra mirovan di darbarê Kurdan çandiye metirsiya herî mezine wiha got; “Niha ev hizrê rejîma Sûriyê ye ku ev 50 salin li serê gelên herêmê çandiye ye. Rejîm ev 50 salin dibêje Kurd tehdîdin, dixwazin ji Sûriyê cuda bibin û Sûriyê perçe bikin. Kurd dixwazin dewletekî neteweyî ava bikin û gelên din ên herêmê xwe têxin bin desthilatiya xwe. Niha niqaşên li ser Rêveberiya Demî çêdibin û amadekariyê wê tê kirin, lê di nîqaşan de aşkera dibe ku, ev hizra bi salane rejîma Sûriyê di serê pêkhateyên din Rojavayê Kurdistan çandiye, çiqasa bi bandore. Gelek kes dema em qala rêveberiya demî dikin tirsek di dilê wan de çêdibe ku, Kurd dixwazin Sûriyê perçe bikin, dewletek neteweyî Kurdî ava bikin. Em jî bi salane dibêjên yekîtiya vî welatî tehdît nakin. Her çend wek pêkhateyekî vî welatî mafê meye jî, em îro yekîtiya Sûriyê dixwazin.”
Mûsê destnîşankir ku Rojavaya Kurdistan di aliyê dîrokî jî axa Kurdane, lê ew necudaxwazin û wiha dirêjî da gotinên xwe; “Lê îro Kurd dixwazin bi pêkhateyên herêmê ve rêveberiyekî wî hebe. Di warê dîrokî de ev ax ya Kurdane û li hin herêma ji sedî 90, li herêma Cizîrê ji sedî 70 ye. Em niha dikarin rêveberiyekî demî bi pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê ava bikin. Ev rêveberî ne ji bo demek dirêje, dê heta rewşa Sûriyê zelal bibe kar û xebatên xwe birêve bibe.”
Sekreterê Giştî yê Partiya Çep a Kurd li Sûriye Mihemedê Mûsê xebatên Rêveberiya Demî bibîrxist ku niha hemû pêkhateyên herêmê cihê di nava xebatên Rêveberiya Demî digrin û ev pirr rengiya Rojavayê Kurdistan dide diyar kirin. Mûsê da xuyakirin ku ew dixwazin Sûriyeke pirrengî ava bibe û got “Rewşa Sûriyê dema zelal bibe dibe ku bi hemû pêkhateyên xwe ve zelal bibe. Mafê hemû pêkhateyên li Sûriyê jiyan dikin, di nava rêveberiya siyasî û îdarî cihê bigrin. Em Sûriyekî demokratîk û pirr rengî dixwazin.”
'OPOZÎSYONA SÛRIYÊ HÎNÊ BI MEJIYÊ ŞOVENÎSTÎ NÊZÎ KURDAN DIBE'
Li ser siyaseta opozîsyona Sûriyê ji bo Kurdan Mûsê diyar kir ku hêj Opozîsyona Sûriyê xwe ji hizrên şovenîstî rizgar nekiriye û hebûna Kurdan wek netewek beşek Sûriyê napejirîne. Mûsê axaftina xwe wiha dewam kir: “Xweziya me bikarîba bi opozîsyona Sûriyê re yekîtiya xwe çêbikira. Xala bingehîn a nakok di navbera me û wan deye ev e ku çareseriya pirsgirêka Kurd e. Heta niha jî oposîzyona Sûriyê Kurdan wek neteweyek li ser axa vî nepejirandiye. Hêj bi hizrên rejîmê ku digotin Kurd penaberên li Kurdan dinêrin. Lê heta niha opozîsyona Sûriyê bi mejiyekî vekirî li vê mijarê nanêre. Ger wiha bikra dê rewşa Sûriyê jî zelal bikra û rê li pêşiya me kin bikra. Lê heta niha opozîsyona Sûriyê xwe ji hizrên şovenî rizgar nekiriye û di nîqaşên li Rêveberiya Demî çêdibin jî tê xuya kirin ku, ev hizrên şovenî çiqasa li ser pêkhateyên din yên Rojavaya Kurdistan jî bandoriya xwe kiriye. Gel ji wan hêj Rêveberiya Demî wek metirsiyek li ser perçebûna Sûriyê dibînin. Kurdan jî wek metirsiyek perçebûna bidest digrin. Dîsan ya herî girîng ewe ku, hêj pêkhateyên Ereb xwe ji hizrên şovenî rizgar nekirine û hebûna Kurdan li ser Sûriyê wek şirîk nepejirînin.”
Li ser sibêroja ENKS’ê siyaseta nakok a ENKS’ê Sekreterê giştî yê Partiya Çep ya Kurd li Sûriye Mihemedê Mûsê pênaseyên balkêş kir. Mûsê diyar kir ENKS’ê heta niha nikaribûye siyasetek serbixwe birêve bibe wiha got; “ENKS’e di rewşekî pirr tevlîhev de derbas dibe. Nakokiyên partiyên di nava ENKS’ê de di asta herî bilinde dene. Lobiyek di nava ENKS’ê heye ji 4 partiya pêk tê ku ev El- Partî- herdu Azadî û Yekîtiye. Ev partî dixwazin ENKS’ê li gora berjewendiyê xwe bi rêvebibin. Dîsan ev lobiya jî nikare derveyî siyaseta dewletê herêmê tevbigere. Ji ber wê jî partiyên din ên nava ENKS’ê jî nikarin siyasetek bibandor birêve bibin. Ew jî dibe sedem ku ENKS’ê di nava nakokiyan nikarebe siyasetek li gora berjewendiyên gelê Kurd siyasetek bike. Berpirsê ev rewşa ENKS’ê jî ev partiyên min got ku xwe wek lobiyekî tevger kirine û nahêlin ENKS’ê li ser pîvanên hatine avakirin tevbigerin.”