Mela Celal ê li Êlihê wesayît lê qelibî jiyana xwe ji dest da

Mela Celal ê li Êlihê wesayît lê qelibî jiyana xwe ji dest da

Li Taxa Gultepe ya Êlihê melayê bi navê Mela Celal Keskîn piştî nimêja êvarê dema ji mizgeftê vedigeriya malê wesayît lê qelibî. Keskîn jiyana xwe ji dest da.

Li Taxa Gultepa ya Êlihê Mela Celal Keskîn (57) ê li Mescîda Hecî Ebdullah Vahdet melatî dikir, piştî nimêja êvarî dema vedigeriya malê otomobîla bi plakaya 56 AZ 475 li ser Cadeya Tîlmerç TOKÎ lê qelibî.  Mela Celal Keskîn li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Keskîn ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Êlihê. Xizmên Keskîn ên bûyer bihîstin herikîn nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku Keskîn ê jiyana xwe ji dest da, bavê 5 zarokan e. Wê cenazeyê Keskîn li gundê Elebociya yê girêdayî Bismilê ku li wir ji dayik bûye, bê defnkirin.

Hat diyarkirin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin û ajokarê otomobîlê yê şok derbas kir, teslîmî polîsan bûye.