Mala Dîlberên Mezin hate vekirin
Mala Dîlberên Mezin hate vekirin
Mala Dîlberên Mezin hate vekirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Parqa Sumerê Mala Dîlbêrên Mezin bi merasimekê vekir.
Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê li Sumer Parqê Mala Dilbêrê Mezin bi merasimekê ji xizmetê re vekir. Di merasima vekirinê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Serok Wekîlê Şareder Hafîze İpek, Însiyatîfa Dayîkên Aşîtiyê, Şaxa Egitim Sen, ÎHD, KURDÎ-DER, DÎAY-DER, TUHAD-DER, endamên Mala Dengbêjan û gelek welatî amade bûn. Di vekirina merasîmê de de panqartên wek "Mezinên me dîroka me ye, temenê dil tûne, ji extiyara re rûmet kaîdeya exlaqê ye" hat vekirin. Di merasîma vekirina Mala Dilbêrên Mezin de Saît Baran axivî û wiha got: "Ji bo projeyek wiha ez spasiyê xwe ji Şaredariya Mezin re dikim. Ji bo extîyaran projeyek wiha pir xweş û di cih de ye. Ji bo ku extiyarên me sêwî nemînin amadekirina vê avahî pêk hat. Ji bo ve tiştê ji Şaredariya Mezin re spasiyê xwe dikim."
BILA HER KES HEVPARÊ TÊKOŞÎNA ROJAVA BIBE
Piştî axaftina Baran, ji insiyatîfa Dayîkên Aşitî Hava Kiran dest bi axaftinê kir û got: ji bo extiyar li der ve nemînin alikariyekî pir girîng hat kirin. Ji vê pê de jî bawerim alikariyek wiha bidome."Kiran piştî van axaftina xwe bal kişand ser berxwedana rojava û ji bo dîwarê Şermê ku hefteyekî di greva birçîbûnê ye de ji Ayşe Gokkan re slav şiyand. Kiran anî ziman ku divê her kes piştgirî bide çalakiya Gokkan û ji têkoşîna berxwedana Rojava re bibe hevpar.
EM DÊ HER TIM XIZMET BIDIN
Dawiyê de Serokê Şaredariya Amedê Osman Baydemîr axivî û wiha got: "Li tevî qadên Amedê dê xizmetên me bidomin. Li Amedê tevî qadên me yê extiyarên me ye. Ev proje ne yekemîn e ne jî yê bibe dawî. Mala dilbêrên Mezin ji bo ku extiyarên me di nav aramiyê de bin me vekir. Extiyarên me tenê yê li vir rûnî nekin. Yê ku van deran ziyaret kir ji wan re hem dîrok hem jî serpêhatiyên xwe bi ciwanan re parvebikin."
Piştî axaftinên Osman Baydemîr, Hava Kiran û extiyarên Mala Dilbêrên Mezin bi jêkirina qûrdeleyê merasîmê bi dawî kir.