Li Wanê banga tevlîbûna meşa li dijî dîwarê şermê hate kirin
Li Wanê banga tevlîbûna meşa li dijî dîwarê şermê hate kirin
Li Wanê banga tevlîbûna meşa li dijî dîwarê şermê hate kirin
Rêxistina BDP' a Wanê, ji bo meşa 9 Mijdarê ya li dijî Dîwarê Şermê ji Parqa Feqiyê Teyran heta Parqa Musa Anter pêk bê banga tevlêbûnê kir.
Rêxistina BDP'ê ya Wanê bi daxûyaniyekê Dîwarê şermê yê ku di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de li ser sînor tê avakirin protesto kir. Hevserok û rêveberên HDP, TUYAD-DER, GOÇ-DER, KURDÎ-DER, MEYA-DER, ÎHD, hevparên KESK, xebatkarên NÇM, aktîvîstên DOKH, Dayîkên Aştiyê, endamên meclisa şaredariyê û bajar û gelek welatî tevlî daxûyaniyê bûn. Daxuyanî li Parqa Feqiyê Teyran pêk hat. Hevserokê BDP'ê yê Wanê Musa Îtah daxuyanî da. Îtah anî ziman ku ji bo ku pirsgirêka kurd bê çareser kirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajo da destpêkirin, gelê kurd û PKK'ê berpirsiyar û erka xwe pêk anî li hemberî hikûmeta AKP'ê pêvajo berbi xitimandinê ve bir.
Îtah, daxuyand ku hikûmeta AKP'ê bi lêkirina "dîwarê şermê" dixwazê pêvajoyê bixitimîne û wiha got: "Di sedsala 21'emîn de sînorên di navbera gelan de êdî bêwate dibe. Di vê serdemê de hikûmeta AKP'ê dixwaze dîwarê şermê lêke. Bi vê dîwarê bi tenê ne gelê kurd di xwaze tovê fesadiyê bixe nava gelê Rojhilata Navîn. Hikûmeta AKP'ê bi vê helwestê polîtîkaya veşartî ya dinava xwe de derxist derve, xwe wek dîwarê şermê dide ravekirin. 3 daxwazên me yên vekirî hene. Gelê kurd giyanên we ji we naxwazin. Bi çeteyan re nebin yek û nekeve nava hewldanê asteng kirina azadiya gelê kurd. Dîwarê şermê ji holê rakin. Ji bo ku ambargoyê ji holê rake deriyan ji gelê Rojavare vekin û pêşiya alîkariyê diçe Rojava vekin. Bi wan kiryarên ku hûn ji bo Gelê Rojava bikin dê wê demê hûne biratî û dostya bi gelê kurd re bidin ravekirin."
Îtah, banga tevlî bûna çalakiya 9 Mijdarê ya ku li Parqa Feqiyê Teyran heta Parqa Musa Anter bê li darxistin kir.