Li Wanê 48 girtiyên siyasî dest bi gireva bêdem û bêdorveger kirin
Li Wanê 48 girtiyên siyasî dest bi gireva bêdem û bêdorveger kirin
Li Wanê 48 girtiyên siyasî dest bi gireva bêdem û bêdorveger kirin
Li Wanê piştî 12 girtiyên ku di bin tecrîdê de tên girtin dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvekere kir, 48 girtiyên siyasî yên din jî, bi boneya tecrîda li ser 12 girtiyan şermezar bikin dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin.
Piştî 18 girtiyên siyasî ji Girtîgeha Tipa M a Çewlikê rizgar bûn, 17 girtî dîsa hatibûn girtin. Piştî vê çalakiyê hemû girtiyên siyasî sirgînûnî girtîgehên cuda hatibûn kirin. 12 girtiyên siyasî jî sewqî girtîgeha Tîpa F a Wanê hatibûn kirin. Girtiyên siyasî avêtibûn hucreyê û di bin tecrîdê te dên girtin. 12 girtiyên siyasî yên hatin sirgûnkirin û di bin tecrîdê de dihatin girtin di 28'ê Cotmehê de dest bi gireva birçîbûnê ya bêden û bêdorveger kiribûn û têkoşîna xwe berdewam dikin.
48 girtiyên siyasî jî di roja 13'emîn çalakiya girtiyên PKK'ê de dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. 48 girtiyên siyasî anîn ziman ku ji bo piştgiriya xwe xwe bînin ziman diyar kirin ku heta daxwazên hevalên wan bên cih dê çalakiya xwe berdewam bikin.