Li Wanê 1 jê zarok 2 kes hatin girtin

Li Wanê 1 jê zarok 2 kes hatin girtin

Li Wanê ji 15 binçavkiriyan 1 jê zarok 2 kes hatin girtin.

15 kesên di serdegirtina tîmên taybet ên polîsên Tirk li taxa Xaçort a Wanê de roja 10'ê Mijdarê hatin binçavkirin, duh êvarê sewqî Eliya Wanê hatin kirin.

Ji 15 kesên derxistin pêşberî dadgehê S.A. yê 16 salî û Meral Abî, bi îdîaya "li ser navê rêxistinê sûc kirine" ku bi beyanên şahidekî veşartî ev tawanbarî li wan hat kirin, hatin girtin.