Li Ûrmiye 9 roje 4 girtiyên siyasî di gireva birçîbûnê de ne
Li Ûrmiye 9 roje 4 girtiyên siyasî di gireva birçîbûnê de ne
Li Ûrmiye 9 roje 4 girtiyên siyasî di gireva birçîbûnê de ne
Li Girtîgeha Ûrmiyeyê 9 roje 4 girtiyên siyasî ji ber nebaşbûna şert û merçên girtîgehê ketine gireva birçîbûnê.
Li gorî malpera Herema, 9 roje 4 girtiyên siyasî yên bi navê Seîd Medenî, Emer Xirodlêrsanî, Abdûlfeteh Silganî û Medenî Xodayî ji ber nebaş bûna şert û mercên girtîgehê dest bi gireva birçîbûnê kirine. Hatiye destnîşan kirin ku, jimarek girtî ji ber rewşa heyî derûniya wan xirab bûye û nexweşketine. Lê belê ta niha ji bo çereserkirina wê rewşê tiştek ne hatiye kirin û rewşa nexweşan her ku diçe xirab tir dibe.
Li milê din 6 girtiyên din yên Sunnî bi heman armancê 6 roje li Girtîgeha Qizilhezarê de dest bi gireva birçîbûnê kirine û her ku diçe rewşa wan ya tenduristî berbi xirabûnê ve diçe.
Di wê dema dawiyê de zextên rejîma Îranê li ser girtiyên siyasî û civakî zêdebûne. Bi taybet piştî ku Hesen Rûhanî hatî li ser kar û şûnde gelek girtî hatine darvekirin. Herî dawiyê 3 girtiyên siyasî yên Kurd yên binavê Hebîbila Gulperîpûr, Reza Îsmaîlî û Şerko Merîfî hatin darvekirin.