Li Tîpa F ya Wanê di 11 mehan de 61 surgun
Li Tîpa F ya Wanê di 11 mehan de 61 surgun
Li Tîpa F ya Wanê di 11 mehan de 61 surgun
TUYAD-DER a Wanê, der barê pêkanînên kêfî û binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê rê li ber greva birçîbûnê vekirin, rapora xwe aşkera kir. Di raporê de hat ragihandin ku di nava 11 mehan de 61 girtî hatine surgunkirin û piştî ku kesê bi navê Mûstafa Arli weke mudur li girtîgehê hatiye wezîfedarkirin, zext bi rêk û pêk hatiye kirin.
Serokatiya TUYAD-DER a Wanê, der barê binpêkirina mafan a 11 mehên Girtîgeha Tîpa F ya Wanê ya bi muduriyeta Mûstafa Arli, raporek amade kir û diyar kir ku di nava vê demê de herî kêm 61 girtî hatine surgunkirin.
Komeleyê ragihand ku Mazlûm Demîr ê beriya demekê hat berdan, dema di girtîgehê de bû hewl da xwe bişewitîne û bi alîkariya hevalên wî bêyî giran birîndar bibe, hatiye rizgarkirin. Hat ragihandin ku Ozan Buyukbaş jî bi dermanê diranan ê di revîrê de jê re hatiye dayîn hewl daye xwe bikuje û bêyî haya malbata wî jê hebe, ew rakirine Nexweşxaneya Ruh û Sinir a Elezîzê.
Di raporê de hat diyarkirin ku girtiyekî bi navê Zekî Dûman li lêdana 15 gardiyanan hatiye û girtiyê bi navê Alî Ertûç jî bi benê betaniyê hewl daye ji paceya odeya xwe, dawî li jiyana xwe bîne.
Komeleyê diyar kir ku li girtîgehê bûyerên îşkencê jî rû dane û anî ziman ku bi taybetî Zekî Dûman û birayên Şerafettîn Demîr û Mûrat Demîr rastî îşkenceyê hatine, 10 rojan cezayê hucre û tenêmayînê li wan hatiye birîn. Hat ragihandin ku di 14'ê Sibatê de jî Memdûh Ozdemîr û Ridvan Tûran rastî êrîşa fîzîkî ya 20 gardiyanan hatine.
Di raporê de hat gotin ku li 132 girtiyan ji mehekê heta sê mehan cezayê qutkirina têkiliyan hatiye dayîn, li 5 girtiyan ji ber beşdarî çalakiya lêdana derî bûne 10 roj cezayê hucreyê hatiye birîn.
Komeleyê diyar kir ku 49 jê di du mehên dawî de 61 kes di nava 11 mehan de surgunî girtîgehên li Mûş, Kastamonû, Zîle û Gîresûnê hatinekirin. Komeleyê destnîşan kir ku di bingeha pirsgirêkên li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê de, girtiyên ji Çewlikê hatibûn surgunkirin nîne.
Komeleyê da xuyakirin ku Mudurê Girtîgehê Mûstafa Arli yê ji Girtîgeha Sîncanê ji bo Girtîgeha Tîpa F ya Wanê hat wezîfedarkirin bi "Tîma A" ya xwe re bi rêk û pêk zextê dike û haya dozgerê girtîgehê jî ji vê heye.