Li Til Temir 2 gundên din hatin rizgarkirin
Li Til Temir 2 gundên din hatin rizgarkirin
Li Til Temir 2 gundên din hatin rizgarkirin
Li herêma Til Temir a ser bi bajarê Qamişlo, di "operasyonên şoreşgerî" yên hêzên YPG'ê de hejmara gundên di nava 24 saetan de hatin rizgarkirin, derket 4'an.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di çarçoveya "Operasyona Şoreşgerî ya Dilsoziya bi Şehîdên Serêkaniyê re" de li gundên rojavayê bajarê Til Temir pêngava sêyemîn da destpêkirin. Di encama operasyonê de duh êvarê gundên Mixêbiş û Til Şamîran ên dikevin rojavayê Til Temir ji komên çete yên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin.
YPG'ê îro danê sibehê gundên Leylan û Tolan ku 15 kîlometre dikevin rojavayê Til Temir ji komên çete rizgar kirin. Çavkaniyan ragihandin ku operasyona li herêmê didome.
Herdu astên destpêkê yên operasyonên şoreşgerî yên YPG'ê di 1'ê Mijdarê de li herêma Serêkaniyê li hemberî çeteyên El Qaîdeyê dabû destpêkirin, di 5'ê Mijdarê de bi dawî bûbû. Di encama van operasyonan de bajarokên Til Xelef û Menacir û 38 gund ji çeteyan hatibûn rizgarkirin.
Pevçûnên bi komên El Qaîde re li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên Kurd lê dijîn, bi taybetî ji nava meha Tîrmehê û vir ve giran bûne. 48 saet piştî êrîşa çeteyan a 16'ê Tîrmehê ya ji bo bidestxistina Serêkaniyê, hêzên YPG'ê bajar ji çeteyan paqij kiribûn.
Hêzên YPG'ê di 23'ê Cotmehê de dest bi pêngaveke nû kir. Di operasyonên şoreşger ên li Til Koçer û herêma Çilaxa ya Girkê Legê de, bajarê stratejîk Til Koçer û deriyê sînor hatibû rizgarkirin. Di 29'ê Cotmehê de jî herêma Çilaxa û Rimêlan bi temamî ji çeteyên El Qaîdeyê hatibû rizgarkirin.