Li Sînor bi hezaran ji bo Kobanê hatin cem hev
Li Sînor bi hezaran ji bo Kobanê hatin cem hev
Li Sînor bi hezaran ji bo Kobanê hatin cem hev
Bi hezaran jinên li sînor hatin cem hev bi dirûşma ‘Ji Mîrabelan heta Sakîneyan, em li Kobanê Arîn in, Kadera ku sînoran nas nake ne’ dest bi meşa 25’ê Mijdarê kirin. Ji her temenî jin bi rozetên YPJ’ê dest bi meşê kirin, meş li Mehserê bi dawî bû û hevdîtina jinan bi govendê didome.
25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li hember Jinê îsal diyarî Jinên Kobanê û Şengalê hat kirin. Aktîvîstên DOKH’ê bi şîara ‘Ji Mîrabelan heta Sakîneyan, em li Kobanê Arîn in, Kadera ku sînoran nas nake ne’ bang li hemû jinan kirin ku tevlî çalakiya sînor bibin. Bi hezaran jin li sînorê Kobanê hatin cem hev û bo mîtînga fînalê ber bi gundê Mehser ketin rê.
JI OCALAN RE SILAV
Ji duh êvarê ve ji gelek bajaran jin hatin sînor. Di saetên nîvro de hejmar her çû zêde bû. Jin destpêkê tevlî çalakiya li gundê Mehser bûn û piştre jî çûn cihê ku meş destpê dike gundê Dewşenê. Jin ji aliyê jinên Kobanê yên li gundê Dewşê ve hatin pêşwazîkirin û jinan alên DOKH, HPG, PKK, YPG’ê û posterên Ocalan vekirin. Her wiha dovîzên cur bi cur hildan.
BI SIRÛDÊN ROJAVA PAYÎN
Jinên ku li gundê Dewşenê li benda saetan meşê bûn, sirûdên Kobanê û Rojava xwendin. Dayikên kesên li Roboskî hatin qetikirin jî tevlî meşê bûn û jinên Kobanê yên di konbajaran de dijîn posterên Ocalan û alên PKK û YPJ’ê hildan.
JI BO JINÊN KOBANÊ Û ŞENGALÊ YEK DIL
Meşa ku ji aliyê DOKH’ê ve hate organîzekirin, endamên meclîsa jinan a HDP, DBP, jinên Kobanê, jinên ji Ewropa hatine, endamên ESP, KESK, Femînîst, xwendekar, parlamenter Selma Irmak, Nursel Aydogan, Aysel Tugluk, Feleknas Uca û parlamentera berê ya YNK’ê Nermîn Osman tevlî bûn.
Jinan piştre bi dirûşman, pankart, dovîz û poster hildan û ji gundê Dewşen ber bi gundê Mehserê ketin meşê. Jinan her wiha rozetên YPJ’ê li yaqeyên xwe dan.
MEŞ BÛ YEK
Meşa li gundê Dewşen û Mehserê bûn yek, tevlîbûna jinan a meşê pêl bi pêl mezin bû û navbera her du gundan hat girtin.
POSTERÊN YPG Û HPG’Ê HATIN HILDAN
Di meşê de posterên şervanên HPG û YPG’ê, Arîn Mîrxan, Kader Ortakaya, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hat vekirin. Gelek jin bi zarokên xwe tevlî meşê bûn. Li gund platfomek hat avakirin û çalakî bi axaftinan berdewam dike.


