Li Silêmaniyê darvekirinên rejima Îranê hatin şermezar kirin
Li Silêmaniyê darvekirinên rejima Îranê hatin şermezar kirin
Li Silêmaniyê darvekirinên rejima Îranê hatin şermezar kirin
Li Silêmaniyê Komek çalakgerên Kurd li dijî bi darvekirinên girtiyên siyasî yên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve li ber buroya Parlementoya Başûrê Kurdistanê dest bi gireve birçîbûnê kirîbûn, bi meşekê çalakiya xwe bi dawî kirin.
Meş li ser rêya Şeqamî Salim bi beşdarbûna sedan rewşenbîr û çalakgerên civakî ta li ber avahiya buroya Parlementoya Başûrê Kurdistanê a li Silêmaniyê hat lidarxistin. Di dema meşê de wêneyên ciwanên Kurd yên ku ji berî çend rojan ji aliyê rejîma Îranê ve hatîn bi darvekirin hatin hilgirtin û bênavber sloganên “Bakûr, Başûr, Rojhilat yek armanc û yek xebat, “Şehîd namirin, Rojhilat serhildane” hatin gotin.
Piştî meş giha li ber avahiya Buroya Parlementoya Başûrê Kurdistanê a Silêmaniyê ji aliyê çalakvanên di girevê de û bisirûda ‘Ey Reqîb’ ve hatin pêşwazî kirin. Pişt re peyama “ Dijî komara komelkujî siyasî li Rojhilatê Kurdistanê” ji aliyê Zaye Ehmed Pur ve hat xwendin. Peyama Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) jî ji aliyê nûnerê PJAK’ê Arvîn Ehmed Pur ve hat xwedin û destnîşan kir ku, li seranserî welat û derveyî welat nerazîbûnên li dijî darvekirinên ciwan û girtiyên siyasiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve berdewame û got: “Ta niha jî bi dehan ciwanên Kurd yên bê guneh di girtîgehên Îranê de tên ragirtin û di bin metirsiya darvekirinê de ne.”
Piştre bi dehan rewşenbîr, mamosta û partiyan peyamên xwe xwendin. Her wiha endamê Parlementoya Başûrê Kurdistanê Dr. Şêrko û Ferhad Sengawî jî peyam pêşkêş kirin.
Piştî peyaman çalakî bi sloganên li dijî rejîma Îranê bi dawî bû.