Li Sêrtê ji bo girtiyên nexweş çalakî
Li Sêrtê ji bo girtiyên nexweş çalakî
Li Sêrtê ji bo girtiyên nexweş çalakî
ÎHD’ê li Sêrtê ji bo girtiyên nexweş çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de hate xwestin ku girtiyên nexweş tavilê serbest bên berdan.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Şaxa Sêrtê ji bo 228 girtiyên nexweş li ber Navenda Kizilay a Kar çalakiyek li dar xistin. Li gel barana dijwar di çalakiyê de bi mûman “228” hate nivîsandin. Her wiha pankarta “Em ji bo 228 girtiyên nexweş di çalakiya mûman de ne” hate vekirin.
Nûnerên gelek saziyan tevlî çalakiyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Rêveberê ÎHD’ya Sêrtê Azad Taş ve hate xwendin.
Taş da zanîn ku li girtîgehên tîpa F binpêkirinên mafan zêde bûne û bal kişand ku her çendî 14 sal bi ser derketina vê qanûnê re derbas bû, lê heta niha tu başbûnek çênebûye. Taş da zanîn ku tecrîdên ku ev 14 sal in tên pêkanînên dibe sedema mirinan û nexweşiyan. Taş bibîr xist ku di girtîgehan de 578 girtiyên nexweş hene û ji van 228 kes giran in.
Taş di daxuyaniyê de xwest ku girtiyên nexweş tavilê serbest bên berdan.

