Li ser sînor çirayên miradan pêxistin

Li ser sînor çirayên miradan pêxistin

Çalakvanên çalakiya nobetê ya ji bo berxwedana Kobanê ya ku zêdetirî du mehan e berdewam dike, bi dehan çirayên miradan firandin ezmanan û berxwedan silav kirin.

Berxwedana Kobanê di roja 70’emîn de berdewam dike. Çalakvanên çalakiya nobeta berxwedanê ya bi armanca piştgiriya bi berxwedana Kobanê re çirayên miradan pêxistin û firandin asîman

Çalakvanan li gel avabûna rojê bi dehan çirayên miradan pêxistin û firandin asîman. Di çalakiyê de dirûşmên, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bijî berxwedana YPG û YPJ’ê” qîriyan.