Li Rojavayê Girê Spî 4 çete hatin kuştin

Li Rojavayê Girê Spî 4 çete hatin kuştin

Di pevçûnên di navbera YPG'ê û komên çete yên DAIŞ'ê de li herêma gundên Rojavayê Girê Spî 4  çete hatin kuştin.

Çavkaniyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dan zanîn ku li derdora gundên Sûsik, Evdiko û Bîrkino yên Rojavayê Girê Spî  pevçûnên di navbera Yekîneyên YPG'ê û komên çete yê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) bi awayekî demkî dewam dikin. Çavkaniyan diyar kirin ku di pevçûnên vê sibê de li gundê Sûsik 2, li gundê Evdiko 1 û li gundê Bîrkino jî  çetekî DAIŞ'ê hatine gunştin. Çavkaniya da zanîn ku li herêmê pevçûnên demkî dewam dikin.