Li Rojava girseyên gel diherikin Qamişlo
Li Rojava girseyên gel diherikin Qamişlo
Li Rojava girseyên gel diherikin Qamişlo
Ji bo beşdarî meşa protestokirina dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo tê lêkirin bibin û piştgiriyê bidin Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, li bin xetê jî gel diherike ser sînor.
Bi armanca şermezarkirina dîwarê şermê yê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de tê lêkirin, li Bakurê Kurdistanê gel li ser rêya Nisêbînê, li Rojavayê Kurdistanê jî girseyên gel ketine ser rêya Qamişlo.
Li bajarên Girkê Legê, Tirbespiyê û Amûdê bi sedan kesan di saetên serê sibehê de bi wesayîtan berê xwe dan Qamişlo.
Girseyên ku dê li Çerxerêya Zeytûniyê bêne ba hev, wê saet di 12.00'an de bimeşin ser sînorê Nisêbînê.