Li Qestel Cindo 8 çeteyên El Qaîdeyê hatin kuştin
Li Qestel Cindo 8 çeteyên El Qaîdeyê hatin kuştin
Li Qestel Cindo 8 çeteyên El Qaîdeyê hatin kuştin
Di pevçûnên li derdora gundê Qestelo Cindo yê girêdayî navçeya Şeran a Efrînê di navbera YPG'ê û komên çete yên DAIŞ'ê de derketin de 8 çete hatin kuştin.
Çavkaniyên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dan zanîn ku duh saet di 16.30'an de komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam (DAIŞ) êrîşî bendên kontrolê yên YPG'ê yên li nêzî gundê Qestel Cindo kirine. Çavkaniyan ragihandin ku di encama bersivdayîna şervnên YPG'ê de li derdora gundên Merîn û Yazîbaxê pevçûnên dijwar rû dan û heta saet 20.30'an dewam kirine. Hate gotin ku di pevçûnan de 8 endamên komên çete hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne. Li herêmê pevçûnên demkî dewam dikin.