Li Pulurê 6 kes hatin girtin

Li Pulurê 6 kes hatin girtin

Ji 8 BDP'yiyên ji ber îdîaya êrîşa li dijî Dozgerê Komarê yê Pulurê Mûrat Ûzûn hatin binçavkirin, 6 jê hatin girtin.

8 endamên BDP'ê yên ji ber îdîaya êrîşa li dijî Dozgerê Komarê yê Pulurê Mûrat Ûzûn hatin binçavkirin duh sewqî Edliya Meletiyê hatin kirin.

Ji 8 kesên ji aliyê dozgerê komarê hatin lêpirsîn Firat Ç. û Îbrahîm Ş. serbest ahtin berdan û 6 ê mayîn jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin.

Dadgehê der heqê her 6 kesan de biryara girtinê da.

Li navçeya Dêrsim Pulurê, roja 19'ê Îlona 2012'an di encama êrîşekê de Dozgerê Komarê yê Pulurê Mûrat Ûzûn hatibû kuştin.