Li Pawe qezaya trafîkê: 7 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li Pawe qezaya trafîkê: 7 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li Pawe qezaya trafîkê: 7 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Pawe, wesayîteke karkerên bendava Dariyan tê de bûn di vegerê de qelibî û di encamê de 7 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 2 karker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin, wesayîta karkerên bendava Dariyan a gundê Nav ê bajarê Sewlawa, di dema vegerê de li nêzî gundê Hecîc ê bajarê Pawe qelibî.
Li gorî nûçeya malpera Kuridstanmedia, bûyer di 10'ê Mijdarê roja Yekşemê li kîlometreya 100. a rêya navbera Pawe û Merîwanê qewimî.
Hat ragihandin, ku di encama qezaya trafîkê de 7 karkerên bendava Dariyanê yên bi navê; Mihemed Xerîb Remezanî kurê Xeyas, Mehfûz Gulnarî kurê Ebdurehîm, Murşîd Gulnarî kurê Mihemed, Rehman Nezerî kurê Subhan, Seyad Nezerî kurê Muxtar, Xefar Kerîmî kurê Xefûr û Kerîm Xudadadî kurê Murad jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Şahidekî bûyerê ragihand, ku xirabiya rê bûye sedema rûdana qezaya trafîkê.
Li gorî qanûnên heyî, xwediyên kar ji ewlekariya kar û jiyanê ya karkerên xwe berpirsyar e, lewma ji ber ku ev bûyer weke bûyera kar tê dîtin, xwediyên kar bi qebûlkirin û dayîna ziyanê erkdar e.