Li Nisêbînê 6 kes hatin binçavkirin
Li Nisêbînê 6 kes hatin binçavkirin
Li Nisêbînê 6 kes hatin binçavkirin
Li Nisêbînê di encama serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, tîmên taybet ên polîsên Tirk îro danê sibê avêtin ser 6 malan. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di serdegirtinên li taxên Abdulkadîrpaşa û Yenîşehîrê de 6 kes hatine binçavkirin.
Hat ragihandin binçavkirî Hamza Kaya, Kamûran Yilmaz, Alî Gokçe û 3 kesên navên wan nehat zanîn, birine Muduriyeta Emniyetê ya Bajarê Mêrdînê. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.