Li Mêrdînê cenazeyê 2 zilaman hatin dîtin

Li Mêrdînê cenazeyê 2 zilaman hatin dîtin

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li nav erdê garisan cenazeyên du zilam hatin dîtin. Hat diyarkirin ku her du kes piştî hatine gulebarankirin, hatine şewitandin.

Li gor agahiyên hatin wergirtin, li mezraya Hacilar a girêdayî gundê Oda yê Qoserê gundiyên çûn nav erdê xwe yê garisan, du cenazeyên zilaman ên şêwîtî dîtin.

Piştî agahiyê jendermeyên hatin cihê bûyerê, di lêkolînê de dîtin ku her du kesên destên wan ji pişt ve hatine girêdan, bi çekan hatine kuştin û paşê hatine şewitandin. Piştî lêkolînê cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.