Li Konbajarê Arîn Mîrxan Konê Çand û Hunerê ya Delîla hate vekirin

Li Konbajarê Arîn Mîrxan Konê Çand û Hunerê ya Delîla hate vekirin

Li Konbajarê Arîn Mîrxan ê ku 3 hezar û 37 welatiyên Kobanê li dijîn konê çand û huner hate vekirin. Di konê navê Konê Çand û Hunerê yê Delîla lê hate kirin de şano, folklor, tembûr, erbane û li ser huner helbestvaniyê perwerde tên dayîn. Zarok û ciwanên Kobanî yên ji roja kon hatî vekirin heya niha tên cem hev skeca bi navê "Besê min penaberî" li dar xistin. Li gel eleqeyek mezin ji ber bêderfetiyan heya niha 75 xwendekarên konê çand û hunerê nene û pirsgirêka herî mezin amûrên muzîkê û kostumên ser dikê ne.

Li Konbajarê Arîn Mîrkan ê ku ji bo welatiyên ji Kobanê hatin li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatî vedan û 488 malbat di 440 konan de dimînin konê çand û hunerê hate vekirin. Konê ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya xebatên xwe di bin banê Şaredariya Pirsûsê de dikin ve hate vekirin navê Konê Çand û Hunerê yê Delîla lê hate kirin. Wê li konê çandê perwerdehiya şano, folklor, tembûr, erbane û li ser huner helbestvaniyê bê dayîn. Di dersan de herî zêde ji bo zarokên ji ber şer bi bandor bûyîn bi armanca terapiyê dê bên dayîn. Li konê çandê niha 75 xwendekar di beşên cuda de perwerdehiyê dibînin. Ji bo xebatên çand û hunerê jî heya niha nêzî 150 xwendekaran qeydên xwe çêkirin. Tê gotin ku ji her qadê re dê her roj du seat ders bê dayîn.

LÎSTÎKA YEKEMÎN HATE PÊŞANDAN

Yekemîn berhemê konê çandê skeça bi navê "Besê min penaberî" hate pêşandan. Koma ji 12 zarok û ciwanên Kobanê yên temenê wan 6 û 20 salî pêk tê skeca bi mijara êrîşên li dijî Kobanê pêk tên pêşandan. Evîn Xelîl (17) a ku di skeçê de di rola dayîkê de cih digire diyar kir ku di xebatan de gelek keyfxweş bû. Xelîl, balkişand ser girîngiya rola çand û hunerê û anî ziman ku piştî Kobanê azad bû tiştê hînbûn dê li ser axa xwe ji gelê xwe re pêşkêş bikin.

Nihat Bekîr ê ku di lîstikê de rola bav dilîze jî diyar kir ku ligel lîstîka wan a yekemîn bû mijar hilbijartin bi rastiyê re girêdayî ye. Bekîr, anî ziman ku jiyanê bi riyên cuda zîndewar bikin mimkûn e û wiha got: "Ji xwe ev rastiya me ye. Lê em wisa derdixin pêşberî gel herkes j xwe re dersekê derdixe. Hêviya me ew e ku Kobanê di demek nêz de azad bibe û em hunera xwe bi gelê xwe re parve bikin."

'TIRSÊN DI HIŞÊN WE DE BI CIH BÛN JÊBIBIN'

Zarokê bi navê Midya Elî (15) jî diyar kir ku çand û huner cihê hînbûna exlaq e û di heman demê de çand û huner perçeyek jiyanê yê girîng e û divê her mirov çand û hunera xwe li ser xwe hilbigire. Elî, anî ziman ku konê çandê ji bo zarok û ciwanên Kobanê yên li Kobanê diçin malên çandê ji xebatên xwe qut nebin gelek girîng in. Elî, da zanîn ku çand û huner ji bo tirsa şer a di hişên mirovan de bi cih bûn bavêjin gelek girîng e.

Salîh Şexî yê ku li Konê Çand û Huner ê Delîla mamostetiyê dike jî diyar kir ku bi skeca amadekirin tiştên gelê Kobanê jiyîn xwestin rabigihinin. Şexî, anî ziman ku hewil didin travmayên gelê Kobanê jiyîn li ser wan bavêjin û wiha got: "Bi vî şiklî hewil didin psîkolojiya giran a dijîn li ser xwe bavêjin kedê bidin. Em di xebatên xwe de herî zêde berxwedan û koçberiya bi zorê bi dest digirin. Em têkoşîna bê dayîn esas digirin. Gelek mijarên me amadekirin ên ji bo rojên pêş me amadekirin hene. Heke em van bikin em dê ji gelê xwe re pêşkêş bikin."

'JI XEBATAN RE ELEQEYEKE MEZIN HEYE'

Xebatkarê Navenda Çand û Hunerê ya Amara Mehmet Karakiş jî diyar kir ku ligel rêbeza terapiyê wê hewl bidin hunermend û lîstikvanên profesyonel derbixin. Karakiş, anî ziman ku wê di gelek beşên çand û hunerê de xebatan li dar bixin û wiha got: "Piştî me li vir xebatên xwe meşandin û Kobanê azad bû li wir hê bêtir berfirehkirin e. Ji xebatên me re eleqeyeke mezin heye. " Karakiş, da zanîn ku ji bo xebat hê bêtir erenî derbas bibe berdewamiya wê şert e û wiha axivî: "Em ê di nava gelê xwe yê Kobanê de mamosteyan derxin û xebatê dewrî wan bikin. Ji ber me konê çandê nû vekir gelek kêmasiyên me hene. Ji bo em xebatên xwe bikin hewcehî bi amûran heye. Ji wan ên sereke, tembûr, erbane, şano û kostumên folkorê hene. Em dixwazin alîkariyê bidin me."