Li Kobanê êrîşa bombeyî: 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Li Kobanê êrîşa bombeyî: 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Li Kobanê êrîşa bombeyî: 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Kobanê, li hemberî navenda Heyva Sor a Kurd bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek rû da. Li gorî agahiyên destpêkê di encama êrîşê de 5 jê zarok 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 24 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji cihê bûyerê hatin wergirtin, saet di 16.10’an de li hemberî avahiya ku Heyva Sor a Kurd û Komeleya Mafên Mirovan tê de ye, êrîş pêk hat.
Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşa ku bi wesayîta bombebarkirî pêk hat de 5 jê zarok 11 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 sivîl jî birîndar bûn.
Di nava birîndaran de 3 jin û 4 zarok jî hene. Ji 4 zarokan 2 zarokên malbatên Humsê hatine.
Hat ragihandin rewşa hin ji birîndaran giran e.
Ji bo birîdaran ji mizgeftên Kobanê banga dayîna xwînê tê kirin.
Di teqînê de camên avahiyên derdorê jî şikestin.
Lêkolîna li herêmê didome.
HEYVA SOR A KURD: ÊRÎŞKAR JI MIROVAHIYÊ BÊPARIN
Di vê navberê de Heyva Sor a Kurd ku navenda wê ya li Kobanê bû hedefa êrîşa bombeyî, daxuyaniyek da û êrîş bi tundî şermezar kir.
Heyva Sor a Kurd da xuyakirin ku yên êrîş pêkanîne, para xwe ji mirovahiyê wernegirtine.