Li Heweng û Wêranşarê jin li dijî şîdetê hatin cem hev

Li Heweng û Wêranşarê jin li dijî şîdetê hatin cem hev

Çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li hember Jinê li Heweng û Wêranşarê berdewam kirin. Jinên ku di meş, panel û xwepêşendanan de hatin cem hev, diyar kirin ku wê jiyanek azad û jinên azad ava dikin.

 Bernameyên 25’ê Mijdarê ji bo Jinên Şengal û Kobanê îsal pêk tên, li Hewengê jî pêk hat.  Endama Lijneya Îcraya KCD’ê Feleknas Uca, Hevşaredara Hewengê Fatma Dogan, Delegeya Hewengê ya KCD’ê Baran Çakir jî tevlî meşê bûn, meş heta Salona Sînemaya Hewengê berdewam kir. Piştî meşê li ser navê jinan Baran Çakir daxuyanî xwend.

ŞÎDETA LI HEMBER JINÊ ÎDEOLOJÎK E

Baran da zanîn ku her derê şîdeta li hember jinê rewa hatiye dîtin û got ku şîdeta li hember jinê îdeolojîk e û ji ber vê yekê divê têkoşîna li dijî vê şîdetê jî îdeolojîk be. Piştî daxuyaniyê li salona sînemayê panel û sînevîzyonek pêk hat.

Di panelê de Hevşaredar Fatma Dogan axivî û diyar kir ku keda jinê jiyanê dide meşandin û mînaka vê ya herî berbiçav li Kobanê tê dîtin.

TERORA DEWLETÊ LI JINÊ DIXE

Feleknas Uca jî axivî û got ku li qadê jin tê mêtin û hemû polîtîka hilberîna terora dewletê ye.

Li Wêranşarê jî bernameya 25’ê Mijdarê pêk hat û li konbajarê ku ji bo Êzîdiyan hatiye avakirin bername pêk hat û deqeyek rêz hat girtin. Hevşaredar Fîlîz Yilmaz axivî û bal kişand ser qirkirina jinê.