Li gundê Alçik ê Sûrê xebatên şîrketa petrolê hatin rawestandin

Li gundê Alçik ê Sûrê xebatên şîrketa petrolê hatin rawestandin

Li gundê Alçik ê girêdayî Sûr a Amedê dadgehê der barê şîrketa Fransiz a NV Turkce Perenco ya petrolê ku erdê gundiyan dagir kiribû biryara rawestandina xebatên wê da.

Li gundê Alçik ê Amedê şîrketa Fransî NV TURKSE PERENCO ku erdê gundiyan dagirkiribû û nêzî 20 bîrên petrolê kolandin, di encama têkoşîna hiqûqî ya gundiyan de 1’emîn Dadgeha Îdareyê ya  Herêmê der barê şîrketê de biryara rawestandina  xebatan da.

Piştî biryarê Bedîrhan Çetînkaya yê li ser navê gundiyan daxuyanî da got ku bi biryarê re kêfxweş bûne.

Gundiyan piştî daxuyaniyê gotin ku divê şîrket di demeke herî kurt de kelûpelên xwe kom bike û erdên wan terk bike.