Li Girtîgeha Wanê 10 girtiyên din jî dest bigreva birçîbûnê kir
Li Girtîgeha Wanê 10 girtiyên din jî dest bigreva birçîbûnê kir
Li Girtîgeha Wanê 10 girtiyên din jî dest bigreva birçîbûnê kir
Serokê TUHAY-DER’a Wanê Ehmed Aygun got,32 girtiyên ku piranî ji Çewlikê anîn û ji ber ku ji girtiyên ji doza PKK’ê cûdakirine dawiya hefteya borî dest bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kiribûn, ji bo piştgirîdayîna girtiyên siyasî 10 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê kirine. Bi vî awayî hêjmara girtiyên dest bi çalakiya birçîbûnê kirine bû 42.
Çalakiya birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku ji Girtîgeha Çewlikê fîrar kirîn û carke din hatîn girtin û veguhestîn girtîgeha Tîpa F ya Wanê, ji ber ku ji girtiyên ji doza PKK’ê cûda kiribûn, dabûn destpêkirin didome. Îdareya girtîgehê ji 26 girtiyên di bloka C de 11 ji wana sewqî blokên A û B kirin, her wiha 11 girtî bi hinceta tadîlatê li bloka C dimînin. Ji ber ku hêjan çareseriyek jêre nedîtine, îro 10 girtiyên din ên siyasî jî dest bi çalakiya birçîbûnê kir. Bi vî awayî hêjmara girtiyên dest bi çalakiya birçîbûnê kirine giha 42’an.
GIRTIYÊN SIYASÎ: EGER ME BIBIN BLOKÊN A Û B EM DÊ ÇALAKIYA XWE BIDAWÎ BIKIN
Aygun anî ziman ku, têkildarî mijarê îro Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer çû girtîgehê û girtiyan re hevdîtin pêkanî û got: “Birêz Uçer bi Îlhan Dayan, Elî Ertûnç, Fesîh Aş, Sebrî Olmaz, Mehmed Oztekîn, Mesût Pek û Îzedîn Eren ên çalakiya birçîbûnê de ne hevdîtin pêkanî. Girtiyan gotiye kontrolên tenduristiyê ên pêwîst hatine kirin û tenduristiya wan başe. Girtiyên siyasî gotin, eger wan jî bibin blokên A û B dê rewşê binirxînin û dibe ku dawî li çalakiya xwe bînin.”
SERDOZGERÊ KOMARÊ: TECRÎD TUNEYE TADÎLAT HEYE
Aygun axaftina xwe wiha domand: “Têkildarî mijarê hevdîtinên me li gel Serdozgerê Komarê û Dozgerê Girtîgehê re didomin. Di hevdîtina me ya dawî de gotin, armanca me ne tecrîd kirine, tenê li benda bidawîbûna demê tadîlatê ne. Ez hêvî dikim di vê mijarê de herkes dê şiyar be û demek kurt mijar dê çareser bibe.”