Li Girtîgeha Êlihê 16 girtî hatin sirgûn kirin

Li Girtîgeha Êlihê 16 girtî hatin sirgûn kirin

Li Êlihê 16 girtiyên siyasî yên li Tîpa M a Êlihê dimînin û di nav wan de girtiyekî astengdar jî heye ji Êlihê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê hatin kirin.

16 girtiyên siyasî ku di navde girtiyekî astengdar jî heye ji Girtîgeha Tîpa M a Êlihê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê hatin kirin. Hat zanîn ku rêveberiya girtîgehê dê girtiyan di şeva 11'ê mijdarê de sirgûnî Tekîrdagê bike. Hat diyarkirin ku girtiyên bên sirgûnkirin dê karibin bi malbatên xwe re hevdîtinê pêk Bînin. Di nava kesên hatin sirgûnkirin kesê bi navê Salîh Şîmşek ê astengdar jî heye bal kişand ser xwe. Hat zanîn ku şîmşek nikare bi serê xwe pêdiviyên xwe bibîne û lazime ku serbest bê berdan.

Kesên hatin sirgûnkirin navê wan wiha ye: "Alî Aykaç, Celal Aykaç, Delîl Yilmaz, Ercan Tunç, Ferhat Yildirim, Habîp Tekîn, Îsmaîl Yuksel, Mazhar Çinar, Mehmet Acar, Melek Çurpan, Muslum Temel, Ridvan Çoban, Salîh Şimşek, Serdar Şahîn, Suleyman Îlîk û Veysel Yurek"