Li Dîlokê şewat: Herî kêm 3 mirî, 45 birîndar

Li Dîlokê şewat: Herî kêm 3 mirî, 45 birîndar

Li Dîlokê li navendek ya hilberîna trîkotaj û konfeksiyonê dikir şewat derket. Di agirê derketî de 3 kesan jiyana xwe ji dest da, 7 jê giran birîndar bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li Taxa Alaybey ku Xana Kar ya Buyukbeşe ku atolyeyên konfeksiyonê lê ne, ji ber sedemekî hêjan nehatî zanîn şewat derket. Agirê ku di demjimêr 10:20’an de destpêkir, piştî demek kurt mezin bû.

Cara destpêkê karkerên di avahiyê de mudaxeleyî agir kirin. Piştre yekîneyên îtfayeyê hatin cihê bûyerê, li milekê kesên di navenda kar de derxistin, li aliyê din jî mudaxeleyî agir kirin.

Şaredarê Bajarê Mezin Dîlokê Asim Guzelbey hate navenda kar û hûrkolîn pêkanîn. Guzelbey got, di şewata derketî de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûne.

Alîkarê Waliyê Dîlokê Mehmet Taşdogen hate cihê bûyerê, piştrast kir ku sê kesan jiyana xwe ji dest daye û aşkera kir ku, rewşa 7 kesan jî girane. Taşdogen da diyarkirin ku, ji bo bizanin ka agir ji ber çi derketiye dest bi lêkolînan kirine.

Tê diyarkirin ku, di şewatê de karkerên eslê xwe Sûriyeyî jî heyî 45 kes birîndar bûne. Ji ber ku rewşa gelekan girane, fikar hene ku hêjmara miriyan zêde bibin.

Tirkiye di qezayên kar de li Ewropayê yekemîne. Roja 5’ê Mijdarê li navçeya Heweng ya Rihayê mînîbusa karker dihilgirtin qulipî û di encamê de 7 karkeran jiyana xwe ji dest dabû û 14 kes jî birîndar bibûn.

Li gorî “Rapora meha Cotmehê ya cînayetên karkeran” ya Meclisa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran di 10 mehên destpêkê de 1.017 karkeran jiyana xwe ji dest daye. Di sala 2012’an de jî 867 karkeran jiyana xwe ji dest daye.