Li dijî ‘lêgerîna tazî’ nerazîbûn

Li dijî ‘lêgerîna tazî’ nerazîbûn

Li navçeya Erdîşê du jinên siyasetmedar hatin binçavkirin û bi awayekî tazî hatin kontrolkirin. Ev kiryara polîsan hate protestokirin.

Li Wanê kesên hilbijartî li ber avahiya Edliyeyê li hev kom bûn û nerazîbûn nîşanî kiryara lêgerîna tazî ya polîsan dan. Du jinên Roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi hinceta tevlî çalakiyan bûne hatin binçavkirin û polîsan li qereqolê lêgerîna tazî pêk anîn. Bi armanca protestokirina vê kiryara polîsan li ber Edliyeyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Hevşaredarên Wanê Bekîr Kaya û Hatîce Çoban, hevşaredarên navçeyan, endamên DOKH, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên meclîsên şaredariyan û saziyên jinan tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Hevşaredara Erdîşê Dîba Ermîş Keskîn da zanîn ku her du jin bi hinceta tevlî çalakiyên 25’ê Mijdarê bûne, wesayîta wan hatiye rawestandin û ji aliyê polîsên sivîl ve hatine binçavkirin û birine emniyeta polîsan.

Dîba got: “Polîsan lêgerîna tazî pêk anîne. Hevalên me ev yek qebûl nekirine. Polîsan gef li wan xwarine û gotine ku ger hûn qebûl nekin em ê lêgerînên din pêk bînin. Em weke jinên Wanê û gel em vê kiryarê şermezar dikin. Em vê heqareta di şexsê jinan de li hemberî civaka me tê kirin ti carî qebûl nakin û em ê serî li rêyên hiqûqî bidin.”