Li Den Haag'ê darvekirin hatin protestokirin

Li Den Haag'ê darvekirin hatin protestokirin

Li bajarê Holanda Den Haagê, li ber Konsolosa Îranê darvekirin û îşkenceya li girtiyên li Îranê hatin şermerzarkirin.

Kurdistanî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Ronahî hatin cem hev û diyar kirin ku li Îranê di nava salekê de 314 kes hatine darvekirin û di nava 10 rojên dawî de jî 3 girtiyên siyasî yên Kurd hatine darvekirin.

Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku rejîma Îranê darvekirin veguherandiye "şantajeke polîtîk" û siyasetmedarên Kurd ên hatin darvekirin Hebîbûllah Gulperîpûr, Reza Îsmaîl Mamedî û Şêrko Maarfî hatin bîranîn.

Çalakgeran bal kişandin ser bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî darvekirinan û bêdengiya hikûmeta Holandayê jî şermezar kirin. Çalakî bi dirûşmên "Kujer Îran" û "Şehîd Namiri" bi dawî bû.