Li Colemêrgê rêya 7 gund û 14 mezrayan ji ber berfê hatin girtin

Li Colemêrgê rêya 7 gund û 14 mezrayan ji ber berfê hatin girtin

Li Colemêrgê ji ber berfa ku ji duh êvarê vir ve dibare rêya 7 gund û 14 mezrayan hatin girtin.

Li Colemêrgê ji ber berfa ku ji duh êvarê heya serê sibê barî gelek cih di bin bandora berfê de man. Li taxên Colemêrgê ên di cihên bilind de ne nêzîkî 15 santîmetre berf barî. Ji ber berfê rêya 7 gund û 14 mezrayên Colemêrgê jî hatin girtin. Xebatkarên Şaredariya Colemêrgê jî ji bo paqijkirina berfê dest bi xebatan kirin.