Li Colemêrgê leşkeran wesayîtek gulebaran kir: 2 mirî
Li Colemêrgê leşkeran wesayîtek gulebaran kir: 2 mirî
Li Colemêrgê leşkeran wesayîtek gulebaran kir: 2 mirî
Hate ragihandin ku, leşkerên di Qereqola Dizê ya ser bi Colemêrgê ve wesayîtek gulebaran kirine. Hate diyarkirin ku, di bûyerê de kesekê binavê Yucel Ertûş û çawişekî pispor mirine.
Li gorî nûçeya DÎHA’yê hate diyarkirin ku, şeva din li derdora demjimêr 01:00’an de wesayîtekî ji milê navçeya Çelê ber bi Colemêrgê ve dihat, ji aliyê leşkerên li Qereqola Dizê ve hatiye gulebaran kirin. Di wesayîta ku ji aliyê leşkeran ve hatî gulebaran kirin û sedema wê nehatî zanîn, ji du welatiyan kesê binavê Yucel Ertûş giran birîndar bûye û di derbarê rewşa welatiyekî din ê di wesayîtê de û nasnameya wî nehate zanîn agahî nehate standin.
Hate hînbûn ku, Ertûşê ku ji aliyê welatiyan ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku, çawişek pispor dema ku li pey wesayîtê peziya jî di encama gulebarana leşkeran de miriye.
Nehate zanîn ka çima leşkeran wesayît gulebaran kiriye. Hate ragihandin ku, cenazeyên Ertûş û çawişê pispor ji bo otopsiyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê têne ragirtin.