Li Colemêrgê astsubayê kujer serbest e
Li Colemêrgê astsubayê kujer serbest e
Li Colemêrgê astsubayê kujer serbest e
Fermandarê berê yê Qereqola Cendirmeyan a gundê Rontkê Astsubay Yunus Karaca yê ku berpirsê kuştina Recep Kurt û Kerîm Încîn ên ku hezîrana 1995’ê de li Colemêrgê hatin qetilkirin, ku dihate darizandin. Bi biryara Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê ve serbest hate berdan.
Hezîrana 1995’ê kesên sivîl ên bi navê Recep Kurt û Kerîm Încîn li gundê Rontkê yê Colemêrgê hatin kuştin. Fermandarê wê demê yê Qereqola Rontkê Astsubay Yunus Karaca li Dadgeha Cezayê Giranê ya Colemêrgê dihate darizandin. Doz ji 2010 ve berdewam dike. Îro biryara dawî ya dozê hate dayin û astsubayê kujer hate beraetkirin.
150 CERDEVAN ÎFADE DAN
Parêzerê mexdûran Cemal Demîr têkildarê mijarê agah îda û da zanîn ku di dadgehê de 150 cerdevanênw ê dem yê hatin guhdarkirin. Demîr diyar kir ku malbatên Recep Kurt û Kerîm Încîn sala 2005 de serî li wan dane û wana jî li Dozgeriya Colemêrgê gilî kirine. Demîr ev agahî da: “Îfadeyên 150 cerdevan, mele û keyayê gund hatin girtin. Lêpirsîn hate destpêkirin. Sala 2009 de du gorr hatin vekirin û me hestiyên wan şandin Serokatiya Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Li vir testa DNA hate kirin. Aşkere bû ku hestiyên Kurt û Încîn bûn. Lê îro dadgehê biryara bereatê da. Daraz leşkerên xwe diparêzin”.
‘EM Ê DOZÊ BIBIN DMME’YÊ’
Demîr da zanîn ku ew ê li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Bilind bidin û ger tu encam ji vê derê neyê wergirtin em ê dozê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). Demîr da zanîn ku ew ê serî li hemû rêyên neteweyî û navneteweyî yên huqûqî bidin.