Li cihê hatin qetilkirin hatin bîranîn
Li cihê hatin qetilkirin hatin bîranîn
Li cihê hatin qetilkirin hatin bîranîn
Ugur Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz ên berî niha bi 10 salan ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, li cihê hatin qetilkirin hatin bîranîn.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê Ugur Kaymaz ê 12 salî ku bi 13 guleyan û bavê wî Ahmet Kaymaz ên ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, di 10. Salvegera qetilkirina wan de li cihê hatin qetilkirin daxuyaniyek hat dayîn û çalakiya rûniştinê pêk hat.
Di bîranînê de li gel endam û rêveberên Egîtîm Sen, DBP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, Navenda Jinan a Nûda, Navenda Etût a Mehmet Yalçin, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, endamên Platforma Şaxên Mêrdînê ya KESK’ê, BDP gelek kes amade bûn.
Rêveberê Egîtîm Sen Şaxa Mêrdînê Erdal Çam di axaftina xwe ya bîranînê de got, "Dewletê bi qetilkirina UgurKaymaz û bavê wî sûcê mirovatiyê kiriye. Qetilkirina Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Enes Ata, Abdullah Duran, Berkîn Elvan û zarokên Roboskiyî nîşan daye ku wê ev komkujî bidomin. Em bawer nakin ku yê qatil bêje, 'Ez qatil im'. Dewletê di 25 salên dawî de bi qetilkirina 585 zarokan pratîka xwe nîşan daye. Em dizanin ku hikûmeta AKP’ê qatilê 68 zarokan e. Wek Egîtîm Sen heta ev qatilên zarokan derkevin holê, em ê têkoşîna xwe bidomînin. "
Piştî axaftinan li cihê ku Ugur Kaymaz û bavê wî hatin qetil kirin qerenfîlên spî hatin danîn. Piştî çalakiya rûniştinê girse belav bû.
