Li Bexdayê şewat: 11 pitikan jiyana xwe ji dest dan

Li Nexweşxaneya Yermûk a li paytexta Iraq Bexdayê, ji ber şewatê 11 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê da xuyakirin ku li zayînxaneyek li Bexdayê, di beşa tedawîkirina pitikên zû ji dayik bûnê de şewat derket. Wezaretê diyar kir, ji ber şewatê 11 pitikan jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Ahmed El Rîdeynî diyar kir, ku ew texmîn dikin şewata li Nexweşxaneya Yermûkê ji ber elektrîkê rû daye. Berdevk got, ji ber şewata li beşa tedawîkirina zarokên zû çêbûne, 11 pitikan jiyana xwe ji dest dane. Rîdeynî ragihand, ku di dema şewatê de gelek pitik û 29 jin hatin rizgarkirin û sewqî nexweşxaneyên din hatine kirin.