Li Bedlîsê navê kolanan hatin guhertin

Li Bedlîsê navê kolanan hatin guhertin

Li Bedlîsê navê kolan û cadeyan hatin guhertin. Navên Bediuzzaman Seîd-î-Kurdî, Kemal Fewzî, Şerefxan (Bedlîsî) û William Saroyan li cade û kolanên Bedlîsê hatin kirin.

Meclîsa Şaredariya Bedlîsê di civîna xwe ya 19’ê Mijdarê de biryar da ku navên hin cade û kolanên Bedlîsê bêne guhetin. Biryar bi piraniya dengan hate qebûlkirin.

Li gorî biryara hatiye dayin: Navê Cadeya Nur bû Bedîuzzaman Seîd-î-Kurdî, Kazimdirik bû Cadeya Kemal Fewzî, Cadeya Şerefiye bû Cadeya Şerefxan (Bedlîsî), Kolana Sapkorê bû Kolana William Saroyan.