Li Bazidê tevgera kontra

Li Bazidê tevgera kontra

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê diyar kir ku li Bazidê tevgera komeke kontra rû daye. HPG’ê diyar kir ku di 20’ê Mijdarê de li Taxa Sanayî komeke kontra ya ji 15 kesî, ku rûyên wan girtî û bi çek bûn di nava gel de geriyane, gel tehdît kirine, bi zorê pere wergirtine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku di 20’ê Mijdarê de li Bazida Agiriyê li Taxa Sanayî komeke kontra ya ji 15 kesî, rûyên wan girtî, bi çek, di nava gelê herêmê de geriyane, gel tehdît  û gotine,‘An hûnê zarokên xwe bişînin Kobanê wê şer bikin an jî hûn ê pereyan bidin’.

HPG’ê diyar kir ku koma kontra li ser gel zext kirine û bi zorê pere wergirtine.