Li Amedê zêrkerek hat şelandin
Li Amedê zêrkerek hat şelandin
Li Amedê zêrkerek hat şelandin
Li Amedê 2 kesên rûyê wan bi maske, zêrker bi qûntaxa tebenceyê ji serê wî birîndar kirin û 3 kîlo zêr revandin.
Bûyer danê êvarî li ser Cadeya Ocaxa Tenduristiyê ya li navçeya Rezan di dikana zêran a aîdî Cûma Gurbûz pêk hat. Du kesên rûyê wan bi maske, çûn dikana zêrker û xwediyê dikanê Cûma Gurbuz bi qûntaxa tebenceyê birîndar kirin. Gurbuz, dema li ber xwe da û nexwest zêran bide, şelankeran Gurbuz bi qûntaxa tebenceyê ji serê wî birîndar kirin. Şelankeran zêrên di vîtrînê de kom kirin û piştî kirin çente reviyan.
Esnafên cîran ên rewş ferq kirin çek li şelankeran kişandin. Şelankerên ku serûber gule reşandin reviyan, esnafekî jî bi tebenceyê gule berda şelankeran. Di gulebarana şelankeran de ku kesek birîndar nebû, şahidên bûyerê diyar kirin di gulebarana esnafan de şelankerek birîndar bûye. Şelanker ku reviyan, gelek polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Zêrker Cûma Gunduz ê şelankeran ew ji serê wî birîndar kirin, ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê.