Li Amedê xebatkarê bankayê xwe daliqand

Li Amedê xebatkarê bankayê xwe daliqand

Nazar Gunduz (40) ê li Amedê di şaxa bankayekê de wek xebatkarê paqijiyê dixebitî, di depoya bankayê de xwe daliqand û dawî li jiyana xwe anî.

Li navçeya Yenîşehîr a navendê Nazar Gunduz ê di şaxa bankayekê de wek xebatkarê paqijiyê dixebitî, danê sibehê piştî karê xwe yê paqijiyê qedand, daket depoya ku kelûpêlan dixinê. Hevalên Gunduz ku demeke dirêj ew nedîtin ber danê êvarî dema daketin depoyê, Gunduz bi awayekî daliqandî dîtin.

Li ser agahiya ji ekîba 112 a lezgîn û polîsan re, di lêkolîna hat kirin, hate diyarkirin ku Nazar Gunduz jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Gunduz ji bo otopsiyê bi ambulansê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê.