Li Amedê nivîsa ‘Çi keyfxweşiye ku yê dibêje ez Tirkim’ anîn xwar
Li Amedê nivîsa ‘Çi keyfxweşiye ku yê dibêje ez Tirkim’ anîn xwar
Li Amedê nivîsa ‘Çi keyfxweşiye ku yê dibêje ez Tirkim’ anîn xwar
Li Amedê zêdetirî 30 salane li ser Taka li Semta Yenîşehîrê nivîsa “Çi keyfxweşiye ku yê dibêje ez Tirkim” heye, bi biryara Walîtiye anîn xwarê.
Nivîsa “Çi keyfxweşiye ku yê dibêje ez Tirkim” ku ser Takê ya nêzî rêya navendî ya 50 metre dûrî Vîlayetê û li ser rêya Buyukalp ya navçeya Yenîşehîrêye, îro di demjimêrên şevê de ji aliyê karkeran ve bi rêya vîncê tê jê kirin.
Li ser Takê maketa sûr û zebeş hatibû xemilandin û di bin ya wê de jî nivîsa “Çi keyfxweşiye ku yê dibêje ez Tirkim” hatibû nivîsîn. Di salên 1990’î de Midûriyeta Polîsan jî li wir bû.
Li ser serlêdana ji endamên Baroya Amedê parêzer Mahsûnî Karaman Tak ji cihê wê hate rakirin.