Li Amedê avahiya 5 qat ji ber metirsiya hilweşînê hate valakirin

Li Amedê avahiya 5 qat ji ber metirsiya hilweşînê hate valakirin

Avahiya li ser 5 qatan a li navçeya Yenîşehîr a Amedê ji ber xebatên înşiatê yên li rex, ji ber metirsiya hilweşînê hate valakirin.

Li gorî agahiyên bi dest ketine li navçeya Yenîşehîr li taxa 2. a Kurtismailpaşa Apartmana Îşgoren a 5 qat, ku tê de 20 daîreyî hene, ji ber metirsiya hilweşînê ji aliyê xebatkarên Şaredariya Yenîşehîrê ve hate valakirin. Xebatên înşiatê yên ku li rex Apartmanê dewam dikin zelîna erdê çêbû û ji ber metirsiya di hîman de hilweşîn, bi armanca ewlehiyê avahiya 20 daîreyî hate valakirin.

Hat ragihandin ku di encama rapora Şaredariya Bajarê Mezin, Odeya Endezyaran û Zanîngeha Dîcleyê, xebatan destpê kiriye. Li ber avahiya hatiye valakirin, ekîbên zabitayê bi armanca ewlekariyê nobedê digirin.