Li Amedê 64 girtî hatin surgunkirin
Li Amedê 64 girtî hatin surgunkirin
Li Amedê 64 girtî hatin surgunkirin
Piştî li Mûş, Mêrdîn û Sêrtê niha jî li Girtîgeha Tîpa D a Amedê 64 girtiyên siyasî surgunî Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê hatin kirin.
Hat zanîn ku girtiyên siyasî birin Balafirgeha Amedê û dê bi balafirê wan bibin Edîrneyê.
Di nava hefteyekê de li Mûşê 61, li Mêrdînê 38 û li Êlihê jî 18 girtiyên siyasî hatin surgunkirin.