Li Amedê 3 kes hatin girtin

Li Amedê 3 kes hatin girtin

Li Amedê ji 12 kesên bi sedema tevlî çalakiyên ji bo Kobanê bûne hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin.

Li gor agahiyên hatin wergirtin, 12 kesên bi sedema tevlî çalakiyên şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê bûne hatibûn binçavkirin lêpirsîna wan temam bûn. Ji 12 kesên sewqî edliyeyê hatin kirin 9 kes ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan.

Aysel B, Şehmûs Ç û Mûstafa Ç ên bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin bi hinceta, “Endamên Rêxistina Terorê a Çekdarî ne" hatin girtin û şandin girtîgehê.