Li Afrîka Başûr bi deh hezaran kedkar di grevê de ne
Li Afrîka Başûr, bi deh hezaran karkerên di karê hilberîna elektrîkê de dixebitin, ji ber ku mafên wan ji wan re nayên dayîn, ketin grevê.
Li Afrîka Başûr, bi deh hezaran karkerên di karê hilberîna elektrîkê de dixebitin, ji ber ku mafên wan ji wan re nayên dayîn, ketin grevê.
15 hezar kedkarên li şîrketa cemaweriyê Eskomê dixebitin, li santralên hilberînê yên li gelemperiya welêt dest bi grevê kirin. Berdevkê sendîkaya bi navê Yekîtiya Karkerên Madenê ya Neteweyî (NUM) Lîvhûwaî Mammbûrû ku karkeran temsîl dike, da zanî ku tevî biryara 'qedexeya grevê' ya şîrketa Eskom ji dadgehê girtiye, çalakiyên wan dewam dikin.
Di çarçoveya grevê de li santralên elektrîkê yên li Mpûmalanga ku li rojhilatê welêt e, xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin. Çalakgeran dan xuyakirin, ku heta mafên xwe bi dest bixin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Xebatkaran dan zanîn, şîrketa Eskomê naxwaze dest ji sîstema ji serdema rejîma Apartheîd a nîjadperest ma ye, berde.
Di nava daxwazên kedkarên ketine grevê de, zema ji sedî 10 ji bo mûçeyên herî kêm û ji sedî 8,5 jî ji mûçeyên bilind re bê dayîn. Xebatkar her wiha ji bo dayîna kirêya mala xwe dixwazin 3 hezar rand (220 dolar) were dayîn.
Şîrketa Eskomê jî dixwaze mûçeyên karkeran ji sedî 7 heta 9'an zêde bike.