Leşkeran maşîneyek dan ber guleyan: 2 kes mirin
Leşkeran maşîneyek dan ber guleyan: 2 kes mirin
Leşkeran maşîneyek dan ber guleyan: 2 kes mirin
Li Colemêrgê leşkerên Qereqola Dizê maşîneyek da ber guleyan û di êrîşa leşkeran de welatiyê bi navê Yucel Ertuş û çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên hatin bi destxistin saet di 01.00'an de maşîneya ku ji navçeya Çelê dihat Colemêrgê li nêzî Qereqola Cendirmeyan a Dizê rastî êrîşa leşkerên qereqolê hat. Leşkeran di gulebaranê de welatiyê bi navê Yucel Ertuş bi giranî birîndar kirin. Welatiyên derdorê Yucel Ertuş û welatiyên din rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Hat zanîn ku Ertuş jiyana xwe ji dest da û çawişê ku ket pey maşîneyê jî di gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da.
Der barê sedema êrîşa leşkeran de agahî nehat bidestxistin. Ji bo rapora otopsiya cenazeyê Ertuş û çawîşê pispor li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê tên rawestandin.