Leşker mukur hat: Em tabûra şewitandina gundan bûn!
Leşker mukur hat: Em tabûra şewitandina gundan bûn!
Leşker mukur hat: Em tabûra şewitandina gundan bûn!
Di çarçoveya lêpirsîna der heqê kuştinên kiryar ne diyar de leşkerekî weke şahidê veşartî îfade da Dozgerê Komarê yê Amedê û diyar kir ku tabûrek ji şewitandina gundan berpirsyar hatiye avakirin û got, "Me di sala 1994'an de li Hezro, Hênê û Pasûrê 30 gund şewitandin."
Li gorî nûçeya Bahar Kiliçgedîk a li rojnameya Tarafê, leşkerê mijara gotinê yê îfade da Dozgerê Komarê yê Amedê Osman Coşkûn ragihand ku di sala 1994'an û piştre de li navçeya Amed Hezroyê wezîfe kiriye. Leşker, ji ber ewlekariya jiyanê xwest navê wî veşartî be û diyar kir ku wan 30 gund şewitandine.
'WEZÎFEYA JI TABÛRA ME RE HATIBÛ DAYÎN, ŞEWITANDINA GUNDAN BÛ'
Leşker ragihand ku wezîfeya tabûra ew di nav de bû; şewitandina gundan bû û got, "Min leşkeriya xwe li 1. Tabûra Piyade ya Mekanîze ya Tûgaya Baştabya ya 66. a Zirxî ya Stenbolê kir. Di Sibata sala 1994'an de ji Tabûra yekemîn weke dilxwaz hatim hilbijartin û li navçeya Amed Hezroyê ji bo demekê hatim wezîfedarkirin. Fermandarê Tabûar me Kûrmay Yarbay Îsmaîl E û alîkarê wî jî Serdarê bi navê Alî yê paşnavê wî nayê bîra min bû. Li gel hizba biryargehê em çar hizb bûn. Nêzî 400-500 leşker hebûn, hejmar carna kêm carna jî zêde dibû. Em li vê herêmê 2 meh, 2,5 mehan man. Wezîfeya ji tabûra me re hat dayîn, şewitandina gundan bû. Di nava dema ku em li wê derê man de, me nêzî 30 gundên navçeyên Hezro, Lice, Hênê û Pasûrê şewitandin. Dema em diketin hundirê gundan, fermandarê me tîmên ji 2 yan jî 3 leşkeran ji bo şewitandina malan wezîfedar dikir. Em diketin hundir malan, me ji wan re digotin derkevin derve, me nedihiştin eşyayên xwe derxînin û me malên wan dişewitandin."
Leşker got, "Dema gundî ji mal derdiketin, me mal dişewitandin. Me axur jî dişewitandin, me lê ne dinêhirî ku tê de heywan hene yan na." Leşker îdîa dike ku wî bi xwe ti carî mal neşewitandiye û got, "Ji ber ku dema me tinebû, me bi lezgînî dişewitandin û em jê derdiketin. Nîv saetê me gundek dişewitandin û derbasî gundekî din dibîn. Min ti ji malan neşewitand. Ji ber vê yekê serdan Alî ji min re gotibû, 'Tu bi dilxwazî hat vê derê, lê belê tu naxwazî bişewitîne. Diyare ku ji bo ji PKK'ê re ajantiye bike, tu hatiye vê derê.' Ez ji bo li dijî PKK'ê şer bike bi dilxwazî hatibûm."