BI DÎMEN

Laura Corradi: Jineolojî li dijî pergala agahiyê ya serwer alternatîfeke xurt pêşkêş dike

Laura Corradi anî ziman ku paradîgmaya Rêber Apo tevkariyên girîng li demokrasiya rasterast û epistemolojiya femînîst dike û got, bi taybetî jineolojî alternatîfeke xurt li hemberî feraseta agahiyê ya serwer pêşkêş dike.

Ji sosyologên Zanîngeha Kalabria ya Îtalyayê Prof. Laura Corradi ku bi karên xwe yên têklidarî jinan, epistemolojiya femînîst û jineolojiyê li akademiya navneteweyî tê naskirin, ji ber karên xwe yên girîng ên li ser jineolojiyê mohra xwe danî binê serketineke girîng a navneteweyî. Laura Corradi di Kongreya Lêkolînên Jinan a Cîhanê ya 12'emîn de ku 26-30'ê Gulana 2026'an li bajarê Chiang Mai yê Taylandê hate lidarxistin, bi lêkolîna xwe ya bi sernavê "Ji Rexneya Zanistiya Femînîst a Sandra Harding heta bi Avakirina Jineolojiyê" hêjayî xelata pêşkêşiya serwer û lêkolîna herî baş hate dîtin. Prof. Laura Corradi ji ANF'ê re axivî.

'XELATEK JI BO JINEOLOJIYÊ YE'

Di destpêka axaftina xwe de Laura Corradi têkildarî xelata li Taylandê jê re hate dayin got, "Ya rast, ev xelat ji bo min surprîzeke mezin bû. Ji ber ku karên min bi giranî nayên dîtin. Lê belê weke akademîsyen-aktîvîstekê hêjadîtina vî karê min bi rastî jî min kêfxweş kir.

Karên bi vî rengî bi giranî bêalî tê nirxandin. Ji ber vê yekê li platformeke navneteweyî ya di asta Kongreya Cîhanê de hêjadîtina lêkolîna min weke karê herî baş, min gelekî kêfxweş kir. Li aliyê din hîn bêhtir kêfxweş û şanazim ku ev xelat ji rexneya femînîst a zanistê û karê li ser binemaliya jienolojiyê ya jinên Kurd re hatiye dayin.

Ev nêzîkatî pêşniyareke gelekî balkêş pêşkêş dike û ji aliyekî ve ji femînîzmê jî derbas dibe. Femînîzmê zanistiya baviksalariyê, zanistiya kapîtalîst û zanistiya mêtingeriyê rexne kir; lê belê li ser nêrîneke femînîst ti carî nekarî zanistiyeke nû ava bike."

'ABDULLAH OCALAN NÊRÎNEKE NÛ AFIRAND'

Ji bo pirsa "Di karê xwe de hûn têgeha trinity of power (sêyîna desthilatdariyê) weke çarçoveyeke teorîk a bingehîn bi kar tînin. We yekemcar ev têgeh çawa afirand û bi dîtina we hîjan valahiya teorî dadigire?" ev bersiv da:

"Fikrê sêyîna desthilatdariya ji min re hat, ji ber ku femînîsteke hevbirînim. Ji ber ku bala min diçe ser nuqteyên hevbirînê yên navbera kapîtalîzm, dewllet û baviksalariyê. Min di nava jiyana xwe de jî ev pêk anî. Demekê ez li febrîqeyê dixebitîm û pirtûka min a destpêkê jî min li gel hevalên xwe yên karker nivîsî. Pirtûkê mêtingeriya cotik dinirxand. Ji aliyekî ve weke karekê mêtingeriya li febrîqeyê, li aliyê din jî mêtingeriya baviksalariyê. Lê belê analîza Abdullah Ocalan rola dewletê jî li vê zêde kir. Ji ber ku di nava tevgera çep de mirov bi giranî dewletê weke 'em' dibînin.

Halbûkî ev rast nîne. Dewlet û civak du tiştên cuda ne. Û dewlet gelek caran ne bi civakê re ye. Ya rast ev hemûu sêyîna desthilatdariyê ne; ji ber ku ji destpêkê ve bi hev re tevgeriyan e. Dema ku mirov karên Abdullah Ocalan û gelek ramangerên din dişopînin, em dikarin bibînin ku derbasbûna li jiyana bicihbûnê ya 5 hezar salên dawî û destpêkirina çandiniyê derfeta daneheviyê afirandiye.

Bi destpêkirina daneheviyê re dewletên bajêr jî destpê kirin. Derfetê daneheviyê, statyeke bilindtir da mêr û klanên bêhtir didin hev. Bi vî rengî jin hatin kolekirin û hîn bêhtir zarok û ked jê hate xwestin.

Malbatek an jî klanek çiqasî xwedî şervanan be, klan û bi taybetî jî mêrên li wê klanê bûn xwedî statuyeke bilind. Ji ber ku wê demê jin timî bi anîna zarokan a li dinyayê mijûl bûn. Lewma ev sêyîna desthilatdariyê avaniyeke gelekî xurt e û xwedî rabirdûyeke ji 5 hezar salî ye. Lewma divê weke sîstemekê bê nirxandin. Min ji ber vê yekê têgeha 'sêyînê' bi kar anî."

'ABDULLAH OCALAN NÎŞAN DA KU DEMOKRASIYA YEKSER DIKARE PÊK WERE'

Prof. Laura Corradi destnîşan kir ku di lêkolînên wê de ya ku Rêber Apo hînî wê kir û tişta ku ji tecrûbeya li Rojava dît, pêkanebûna demokrasiya rasterast bû û got, "Pêkan e ku demokrasiya yekser dikare bê avakirin, biryaran dikare bi xwe werbigirin û rêveberiyên xwecihî bêne avakirin. Ji ber vê yekê dema ku li Qamişloyê bûm, dema ku min serdana Kampa Mexmûrê kir, tişta ku min dît tevlîbûneke bêhempa ya li pêvajoyên biryardanê bû. Bi taybetî xweserîbûna jinan a li van pêvajoyan gelekî bandor li min kir.

Min li deverên din ên cîhanê jî mînakên demokrasiya yekser dît. Lê belê ez li feraseta demokrasiya yekser a weke Abdullah Ocalan rast nehatim ku di berhemên xwe de yên bi sernavê 'Parastina Gelekî û Sosyolojiya Azadiyê' destnîşan kir. Ez van herdu pirtûkan pêşniyarî her kesî dikim. Ji ber ku hem ji aliyê teorîk hem jî ji aliyê pratîkî ve perspektîfeke ji tecrûbeyên demokrasiya yekser a gelên qedîm û xwecihî derbas dibe, pêşkêş dike."

'JINEOLOJÎ JI EPISTEMOLOJIYA FEMÎNÎST DERBAS BÛ'

Laura Corradi diyar kir ku konfederalîzma demokratîk ji tecrûbeyên demokrasiya yekser ên civakên qedîm û xwecihî derbas bû, her wiha jineolojî jî bi gavekê ji epistemolojiya femînîst derbas dibe û got, "Epistemolojiya femînîst bi taybetî bi saya karên Sandra Harding ji salên 1970 û 1980'ê û vir ve roleke gelekî girîng lîst. Rexne li zanistî û daneheviyê kir ku weke avaniyeke li gorî berjewendiyên baviksalarî û mêtingeriyê ava bûye.

Ya ku qaşo ispat kir ku jin li asta jêr in, zanista Rojava bû. Ya ku îdîa kir ku gelên rengîn ên mêtingerkirî di asta nizm de ne, zanista Rojava bû. Ya ku rêbaza hilberînê ya kapîtalîst hîn hilberîner û rasyonel nîşan da û şêweyên hilberînê yên xwe dispêrin jinûve hilberînê di asta nizm de nîşan dide, zanista Rojava bû."

Prof. Laura Corradi destnîşan kir ku eko-demokrasiya radîkal fikrekî pratîkî û bedew e û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Eger em karibin zanistiyê li ser bingeha jinûve fikirînê, bi kêrhatine havpar, tenduristiya mirovan, aramiya mirovan û li ser bingeha hurmeta li cihêrengî û wekheviya di nava cudahiyê de jinûve karibin ava bikin, hingî em ê karibin bi xwezayê re têkiliyeke hîn rast û baş dînin û hîs bikin ku em parçeyekî ji xwezayî ne."

Laura Corradi anî ziman ku konfederalîzma demokratîk di vê demê de ku hemû dewlet ber bi şer ve diçin, rêbazeke serketî ya xwevegirtina ji şerê çekdarî ye û got, "Ji ber ku şer bi qezenc e û weke ku Yewnan dibêjin; dema ku xwedayê şer hişyar bû li şûna xwe nasekine, diçe her derê. Xwedayê şer hişyar bûye û mixabin diçe tevahiya cîhanê, lewma şerekî bê rehm û hîn xetere diqewime.

Ez li wan qirkirinan difikirim ku bi serê gelên Fîlîstîn, Ermen, Kurd, Efrîka û Başûrê Emerîkayê hatiye. Lewma bi jinûve nirxandina têkiliyên navbera me, civakê, hilberîn û zanistiyê em dikarin eko-demokrasiyeke radîkal ava bikin."