Kurdistanî li gel astengiyan diherikin Nisêbînê

Kurdistanî li gel astengiyan diherikin Nisêbînê

Girseyên gel ên dixwaze beşdarî meşa BDP û HDP'ê ya şermezarkirina dîwarê şermê û piştgirîdayîna Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan bibin, li nuqteyên kontrolê yên polîs û jendermeyan tên astengkirin. Girseyên gel li derketina ji bajar û navçeyan bi fermannameya Wezareta Karên Hundir tên rawestandin.

Girseya gel a di nav de Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, parlamenterên BDP'ê Nûrsel Aydogan, Pervîn Bûldan, Alîkarên Hevserokên BDP'ê Meral Daniş Beştaş û Fîlîz Koçalî, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, endamên Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê hebûn, danê sibê ji Amedê ket ser rêya Nisêbînê.

Girseya gel li bajarokê Çarikli ji aliyê polîsan ve bi maşînên zirxî û TOMA'yan hat rawestandin. Li ser vê yekê rageşî derket. Girse li bajarokê Çarikli hat rawestandin. Piştî demeke dirêj destûr ji derbasbûna girseyê re aht dayîn. Girseya gel ji bo xwe bigihîne Nisêbînê di rê de ye.

Di vê navberê de nûçegîhanê GUN TV Hacî Geçîgen, bi hinceta biryara girtinê der heqê wî de heye, hat binçavkirin.

Li navçeya Amed Erxeniyê jî bi sedan kesên li ber avahiya berê ya BDP'ê ya navçeyê li hev kom bûn, bi 60 mînîbus û bi dehan wesayîtên şexsî ketin ser rêya Amedê.

Girseya gel li ser rêya Amedê ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Bi armanca şermezarkirina helwesta polîsan, girseya gel ji wesayîtan peya bû û bi dirûşman ber bi Amedê ve meşiya. Di navbera girseya gel û komeke ku hat diyarkirin endamên Huda-Parê de nîqaş derket.

Li navçeya Amed Bismilê jî, wesayîtên ketin ser rêya Nisêbînê li derketina navçeyê hatin rawestandin. Polîsan girseya gel ji wesayîtan peya kirin, li otobusan geriyan û nehiştin wesayîtên ber bi Nisêbînê ve diçûn, rêya xwe dewam bike.

Di konvoyê de li gel rêxistina BDP'ê ya navçeyê û xebatkarên şaredariyê, gelek kes hene. Ji ber pêşî li wesayîtan hat girtin, girseya gel peya bû û biryar da bi meşê û dirûşman ber bi Nisêbînê ve biçe.

Li Sêrtê, li gel Serokên Şaredariyan, rêveberên BDP û nûnerên HDP'ê bi sedan kes danê sibê li qada derketina ji navçeya Misricê hatin cem hev. Wesayîtên ketin ser rê, ji derketina Êlihê li ser rêya Heskîfê di nuqteya kontrolê de hatin rawestandin. Li nuqteya kontrolê fermannameya Wezareta Karên Hundir a Tirk hat nîşandan û hat ragihandin ku ewê destûra derbasbûnê nedin.

Girseya gel li vê derê daxuyaniyek da û li dû daxuyaniyê xwest rê li trafîkê bigire. Li ser vê yekê polîs neçar man xwe vekişînin û gel ji Heskîfê careke din li wesayîtên xwe siwar bû û rêya xwe dewam kir.

Girseya gel a ji Semsûrê ket ser rê jî, li ber Kuçuk Sanayî ya li derketina ji bajêr ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Du otobus bi hinceta fermannameya Wezareta Karên Hundir hatin rawestandin.

Girseya gel a ji Riha û navçeyên wê ket ser rê jî li xaçerêya Zanîngeha Herranê lê ye ji aliyê bi sedan polîsan ve hatin sekinandin. Polîsan diyar kirin ku ewê destûrê nedin derbasbûna wesayîtan û bi tenê dikarin destûrê bidin derbasbûna Hevserokên BDP'ê yên Bajêr.

Girseya gel a li Silopiyê danê sibê hat cem hev, ji bo beşdarî meşa li dijî dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn û Qamişlo de tê lêkirin bibe, ket ser rêya Nisêbînê.

Bi bi sedan kesên di nav de Serokê Rêxistina BDP'ê ya NavçeYê Azîz Acet, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Cîgirê Şaredar Abdulkerîm Sonmez, endamên KURDÎ-DER, MEYA-DER û meclîsa şaredariyê hebûn, li ber avahiya BDP'ê ya Navçeya Sîlopiyê li hev kom bûn û bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî YPG" ketin ser rê.

Girseya gel bi 6 mînîbus û 50 wesayîtên şexsî ketin ser rêya Nisêbînê, lê belê li nuqteya lêgerînê ya Katran a Silopiyê ji aliyê leşker û polîsên sivîl ve hatin rawestandin û kontrola destûrname û nasnameyê hat kirin. Li dû kontrolan plakayên wesayîtan yek bi yek ji aliyê polîsan ve bi kamerayê hatin kişandin û dûre destûra derbasbûna wan hat dayîn. BDP'yiyan li dijî vê pêkanînê nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku azadiya wan a ger û geştê ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatiye astengkirin.

Li Cizîra Botan jî zêdeyî hezar kes ketin ser rêya Nisêbînê. Dikandarên navçeyê bi venekirina derebeyên dikanên xwe re dîwarê şermê şermezar kir. Li navçeyê ji bilî firin û dermanfiroşan ti kargeh ne vekirîne.

Li Hezexê jî gel serê sibê ket ser rêya Nisêbînê, dikandaran jî bi girtina derebeyên dikanên xwe piştgirî dan çalakiyê.

Girseya gel a ji Elezîzê ket ser rê jî li Taxa Yenîşehîr a Mêrdînê ji aliyê polîsan ve hat rawestandin. Hat hînbûn ku di bin navê kontola GBT de polîsan dest danîne ser nasnameyên gel û bi saetan li wir disekinînin.

Girseya gel a ji Êlihê ket rê jî bi hinceta biryara Wezareta Karên Hundir hat rawestandin. Polîsan li vê derê jî kontrola GBT kirin û bi tenê destûra derbasbûna wesayîtên şexsî da. Li ser vê yekê li Bexçeyê Çay ê Şaredariyê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. 

Di çalakiya rûniştinê de endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Nezîr Gulcan, Hevseroka BDP'ê ya Bajêr Rahşan Barboga, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Navendî Mûrat Gazîoglû, aktîvîstên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û endamên Meclîsa Şaredariyê jî hene.

Di daxuyaniya li vê derê de hat ragihandin ku heta çalakiya li Nisêbînê bi dawî bibe, ew jî çalakiya xwe ya rûniştinê dewam bikin.

Girseya gel a ji Çewlikê ket ser rê jî li derketina ji navçeya Dara Hênê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Li navçeya Colemêrg Geverê îro derebe nehatin vekirin û ciwan li navenda navçeyê meşiyan. Lê belê polîsan bêyî hişyariyekê bide yeker bi bombeyên gazê û fîşekên plastîk êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi kevir, molotof kokteyl û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Ciwanan li ser rêya Şemzînan û Taxa Kişlayê bend danîn. Li navçeyê pevçûn dewam dike.