Kurdên li Sarregueminesê bûn xwedî komele
Kurdên li Sarregueminesê bûn xwedî komele
Kurdên li Sarregueminesê bûn xwedî komele
Kurdên li departmana Moselle ya li herêma Lorrain a Fransayê dijîn, komeleyek din vekirin. Li bajarê Sarreguemines ê li ser sînorê Elmanyayê, bi navê Komeleya Çandê ya Fransî-Kurd (ACFK) bi merasîmekê hat vekirin.
Komeleya ser bi Federasyona Komeleyên Kurd li Fransayê (FEYKA) ya beriya du mehan rêziknameya wê hat amadekirin, dê hewl bide hem çanda Kurd bi pêş bixîne, hem jî bi saziyên Fransî re têkiliyê deyne.
Di merasîma vekirina lokala komeleyê de li dû deqeyeke rêzgirtinê rêvebera FEYKA'yê Aysel Alacaçayir axivî û diyar kir ku ji ber di nava du mehên dawî de li departmana Moselle'yê du lokalên komeleyê vekirine, ew kêfxweş in. Rêvebera FEYKA'yê da xuyakirin ku divê weke Kurdên ji welatê xwe dûr, giraniyê bidin xebatên çandî, civakî û perwerdeyî.
ARSLAN: SAZÎBÛYÎN JÊNEVEGER E
Siyasetmedarê Kurd Huseyîn Arslan di vekirina komeleyê de axivî û bal kişand ser girîngiya komelbûyînê ji bo Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn. Arslan ku demekê Serokatiya FEYKA'yê jî kiribû bal kişand ser rewşa dawî ya di siyaseta Kurdistan û cîhanê de û destnîşan kir ku sazîbûn ji bo Kurdên li dîasporayê rewşeke jênevegere.
Di merasîma vekirinê de dûre rêveberiya komeleyê, ku piraniya wan ciwan bû, der heqê xebatên xwe yên dema pêş de agahî da. Endamên rêveberiyê diyar kirin ku yekemcar li Sarregueminesê komeleyek tê vekirin, ji Kurdistaniyên li bajêr û derdora wê alîkarî xwestin û soz dan ku ewê lezê bidin xebatên çandî, civakî û perwerdeyî, her wiha têkiliyên bi saziyên civakî yên sivîl ên Fransî re xurtir bikin.
KOMELE LI MOSELLE BÛ SAZIYA SÊYEMÎN A KURD
Komeleya li bajarê Sarreguemines ê li ser sînorê Elmanyayê vebû, bû saziya sêyemîn a Kurdan a li departmana Moselle (herêma Lorrain). Di destpêka meha Îlonê de li bajarê Saint Avoldê jinên Kurd lokala Komeleya Jinên Kurd a Lorrain vekiribûn. Li paytexta Moselle Metzê jî Komeleya Jinên Kurd li lokalên şaredariyê kar dike. Mizgefta Selahaddîn-î Eyyûbî ya li bajarê Saînt Avoldê jî ji sala 2001'an û vir ve dixebite.
Kurdên li bajarê Sarreguemines ê xwedî nifûsa 22 hezarî, piraniya wan di salên 70 û 80 de weke karker hatine Fransayê. Bi sedan Kurdên ji Dep, Çewlik û Dêrsimê li Sarreguemines'ê dijîn.