Kouchner: Rojava sîstema herî demokratîk a Rojhilata Navîn e
Kouchner: Rojava sîstema herî demokratîk a Rojhilata Navîn e
Kouchner: Rojava sîstema herî demokratîk a Rojhilata Navîn e
Wezîrê berê yê Karên Derve yê Fransayê Bernard Kouchner, diyar kir ku gelê Rojavayê Kurdistanê sîstemeke demokratîk a xwe dispêre wekhevî û edaletê ava dikin. Kouchner got ku sîstema Rojava sîstemeke ku li herêma Rojhilata Navîn wekî wê nayê peydakirin û bang li Tirkiyeyê kir ku rewşa Kurdan a heyî qebûl bike.
Wezîrê berê yê Karên Derve yê Fransayê Bernard Kouchner ku ev demeke serdana herêma Xweser a Cizîrê kiriye, îro ber êvarî, li bajarê Amûdê li navenda Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Di destpêka civînê de Kouchner got ku ew pir kêfxweş e di nava 4 rojan de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Cizîrê dîtin û ji bo xebatên meşandine spasiya xwe ji Rêveberiya herêmê re kir û xebatên wan weke xebatên herî bi nirx bi nav kir.
Kouchner, da zanîn ku beriya serdana Rojava bike ji hin hevalên xwe berxwedana Kurdan û sîstema wan bihîstibû û wiha dom kir: ''Min destpêkê tişta li ser wan dihate gotin bawer ne kir, lê bi rastî di vê serdana min de nas kir ku Kurd ne tenê şerê çeteyên DAIŞ'ê dikin, lê belê ew di heman demê de sîstemeke demokratîk xwe dispêre wekheviya di navbera jin û mêran de ava dikin. Li aliyê din di sîstema wan de mafê hemû pêkhateyên herêmê weke hev in.''
Kouchner, bal kişand ser azadiya olan a di nava sîstema xweseriya demokratîk de û wiha dirêjî da axaftinên xwe: ''Kurd sîstemeke bi bingeheke demokratîk û li ser esasê mafê mirovan ava dikin. Ew di hemû xebatên xwe de olan ji siyasetê dûr dixin. Bi rastî ji min re xewn bû ku ez sîstemeke bi vî rengî li Rojhilata Navîn bibînim. Lê min niha dît ku gelê Rojava bi sîstema xwe ya xweseriya demokratîk xewna min kirin rastî.''
Kouchner, da zanîn ku gava herî ber bi çav ku gelê Kurd avêtiye karîbû yekîtiya xwe ava bike û wiha got: ''Pêwîstiyeke girîng bû ku Kurd bibin yek, ji ber ku dijminên wan yek in. Pêwîst e şoreşa Rojava di rêya belgefîlman re bi cîhanê bê naskirin û bang li hunermend û berhemkarên Rojava kir ku dest bi çêkirina filiman bikin da ku sîstema xwe baş bi cîhanê bidin naskirin. Li aliyê din jî banga min ji rojnamavanên cîhanê re bela berxwedana şervanên Kurd bi cîhanê bidin nasîn.''
'EZ Ê RASTIYA ROJAVA JI CÎHANÊ RE RAGIHÎNIM'
Kouchner soz da ku ew bi hemû hêza xwe hewl bide ku sîstema li Rojava dît ji cîhanê re ragihîne û ev tişt anîn ser ziman: “Ez ê bi hemû hêza xwe kar bikim da ku ez rastiya şoreşa Rojava cîhanê re ragihînim. Di rêya lêkolînên xwe û hemû saziyên çapemeniyê hewl bidin sîstema demokratîk û bingeha li ser hatiye avakirin bi cîhanê bidin nasîn.”
Kouchner, di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku pêwîst e deriyên li ser her sê kantonên Rojava û bi taybet Kobanê bêne vekirin û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Pêwîst e deriyên Rojava û bi taybet deriyekî mirovî ji bo Kobanê bêne vekirin. Li aliyê din ne tiştekî rewa ye ku Tirkiye doza herêmeke tampon bike, Kurd vê yekê qebûl nakin û ji mafê Kurdan e ku li dijî planên Tirkiyeyê derkevin."

