Kongreya Neteweyî ya Kurd hat taloqkirin
Kongreya Neteweyî ya Kurd hat taloqkirin
Kongreya Neteweyî ya Kurd hat taloqkirin
Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd piştî du mehan ji nû ve li paytexta Herêma Federal a Kurdistan kom bû. Piştî civîna 3 saetan biryar hat girtin ku Kongreya Neteweyî ya Kurd bê taloqkirin û di Komîteya Amadekar de endamên PDK'ê û YNK'ê hatin guhertin.
Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî Kurd îro saet 16.00'an li Herêma Federal a Kurdistan Hewlêrê piştî du mehan kom bû. Di civîna ku 3 saetan berdewam kir de biryar hat girtin Kongreya Neteweyî ya Kurd a biryar hatibû girtin di 25'ê Mijdarê de bê lidarxistin hat taloqkirin û der barê wê kengî bê lidarxistin de jî dîrok nehat nîşandan. Tenê hat gotin ku piştî amadekarî biqedin wê dîrok bê diyarkirin. Û bi taybet piştî pirsgirêkên wek astengkirina Hevserokê PYD'ê Salîh û hwd. ên siyasî bên derbaskirin wê Komîteya Amadekar careke din bicive û dîroka lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurd diyar bike.
NÛNERÊN PDK Û YNK'Ê HATIN GUHERTIN
Di Komîteya Amedaker de li şûna nûnerê PDK'ê Dr. Kemal Kerkûkî endamê Polîtburoya PDK'ê Piştewanî Sadik, li şûna nûnerê YNK'ê Sadî Pîra jî endamê polîtburoya YNK'ê û Serokê berê yê Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Adnan Muftî cih girt. Di civîna Komîteya Amadekar de ku hema hema tevayî endamên komîteyê amade bûn hat ragihandin ku endamê Desteya Bilind a Kurd Xelîl Aldar jî ji ber karê xwe nikarîbû beşdar bibe.